|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Hevpeyvînek ligel Hevserokê BDPê: "Zextên AKPê, PKKê bihêz dike"NÛKURD - Serokê giştî yê BDPê Selahedîn Demîrtaş, diyar kir, operasyonên hikûmeta AKPê yên...
Serokê giştî yê BDPê Selahedîn Demîrtaş, diyar kir, operasyonên hikûmeta AKPê yên di bin navê KCKê de, zirarê didin BDPê lê dibe sedema xurtbûna KCK û PKKê û wiha axivî, “Her wek çawa, derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê bû sedema bihêzbûna PKKê, îro jî zextên AKPê, PKKê bihêz dike.” Demîrtaş, got, xitimandina siyasetê, dê berê kurdan bide çiyê.”
Demîrtaş, bersiva pirsên AKnewsê yên rewşa dawî da. Hikûmetê sala 2009ê, qonaxek bi navê qonaxa pêşîvekirinê dest pê kir. Lê niha siyaseta ewlehiyê û leşkerî pir dide pêş. Gelo sedema vê yekê çiye? Wê demê AKPê nebûbû dewlet, tenê hikûmet bû, yani wek niha bihêz nebû. Ji ber wê jî, nedixwest bi kurdan û PKKê re şer bike. Dixwest di bin navê pêşîvekirina kurd, dem qezenc bike. Lê niha rewş hatiye guhertin û AKP bûye dewlet. Li nav AKPê de, hinek kes hebûn dixwestin pirsa kurd bê çareserkirin, lê nizanîbûn pirs çiye. Mirovên wek Beşîr Atalay hebûn ku fikir dikirin heke sêvekî bidin kurdan dê pirsgirêk bê çareserkirin. Digotin em yek du tiştên baş bikin û kurdan qezenc bikin. Lê dema ketin nav de, zanîn pirs çiye û vê carê jî nekarîn ji nav derkevin. Hinek aliyên nav AKPê jî digotin ji kurdan re maf tune. Niha her du jî alîgirê tundiyê ne. Hûn helwesta parlamenterên AKPê yên kurd li hember pirsa kurd çawa dibînin? Ew, şirîkên şîrketê ne. Heta pişka wan bê dayîn, dê bêdegn bimînin. Berê hinekên hişyar hebûn, lê niha herkes li hesabê xwe dinêre. Nikarên biaxifin. Serokwezîr bi navê dihizire û kar dike. Tu hêviyekî me ji wan tune. Li ser we, zextek mezin heye û gelek kesên we tên girtin. Hûn dê li hember vê yekê çi bikin? Plan û biryarên me yên kongreyê hene. Dixwazin bi girtina mirovan, van biryarên me bidin sekinandin. Em jî kesên nû li cihê yên tên girtin, erkdar dikin. Em amadekariyên 8ê adar û Newrozê dikin. Civînên me li 8 bajaran dimeşiya. Cîgira serokê giştî yê partiya me Fatma Kurtulan ev kar birêve dibir. Bo ku vê yekê tê bidin, Fatma girtin. Yên ku ew dixwazin hilweşînin, em li ser piyan digirin û bihêz dikin. Gelo hûn fikra wê dikin ku hesaneya we ya parlamenteriyê bê rakirin? Heke tiştek wiha biqewime, hûn dê çi bikin? Wê çaxê emê bi saziyên têkildar re nîqaş bikin. Ev yek nedûr e. Me hertişt daye ber çavê xwe. Em hewl didin ev kar di nav zemîna siyasetê de bimîne. Emê heta dawî vê yekê bişopînin. Bo ku rewş ber bi hinek rêkên din ve neşimite, em pir kar dikin û partiyê li ser piyan digirin. Ji ber ku heke em partiyê li ser piyan negirin, mirov dê ber bi cihên din ve biherikin. Yan dê li çiyê bin yan jî li nav siyasetê de. Berdêleke wê ya din tune. Heke siyaset bê xitimandin, dê berê xwe bidin çiyê û tundiyê zêdetir bibe. Heke herkesî tune bikin, wê demê tenê li hemberî wan, dê PKK hebe ne BDP. Alîgirên we li hember vê zextê çi dibêjin û çi şîretan li we dikin? Alîgir û endamên partiyê hêrs bûne. Pêşniyar dikin ji parlamentoyê vekişin û hinek jî dibêjin em bixwe partiyê bigirin. Hinek jî dixwazin partî li ser piyan bimîne û bihêz bibe. Gelek kes ji partiyê qut dibin û ji peyva aştiyê aciz in. Dibêjin aştiya çi, biratiya çi. Ev rewşek demî nîne lê bûye kronîk û bihêsanî nayê çareserkirin. Gelo di nav partiyê de jî vekişîna ji parlamentoyê tê axaftin? Nexêr. Vê gavê di nav saziyên partiya me tiştekî wiha nayê axaftin. Em zêdebarî her tiştekî, dixwazin di nav siyasetê de bimînin. Gelo rewş dê çawa be, hûn paşerojê çawa dibînin? Em hewl didin siyasetê bihêz rabigirin, lê ew dixwazin vê yekê têk bidin. Heta niha tu zirarek nedane KCK û PKKê, KCK û PKK di vê qonaxê de bihêz bûne. Gelek saziyên me hilweşandin. Her wek çawa, derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê bû sedema bihêzbûna PKKê, îro jî zextên AKPê, PKKê bihêz dike.” Demîrtaş, got, xitimandina siyasetê, dê berê kurdan bide çiyê.” PORTRE/ SELAHEDÎN DEMÎRTAŞ Demîrtaş, sala 1973ê li navçeya Palo ya Elazixê hatiye dinê, li zanîngeha Enqereyê, beşa hiqûqê xwendiye. 22ê tîrmeha 2007ê bû parlamenterê serbixwe yê Diyarbekirê. Piştre bû endamê DTPê û piştî DTP hat girtin, derbasî BDPê bû û di kongreya 1ê sibata 2010ê de bû serokê BDPê. NÛKURD - Kemal Avci / AKnews Yükleniyor...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|