|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Hevpeyvînek bi Kazim Baba re - Ciwan TengezarNÛKURD - Heta niha aliyê siyasî ya Kazim Baba tê zanîn, îcar em dixwazin...
Hevpeyvîn: Ciwan Tengezar Qasî ku em dizanin hûn ji eşîra „Kumsor“ê ne. Gelo peyva „Qizilbaş“ ji Kumsorê derketiye? Yan na ferqa wan çi ne? Ez ne ji eşîra Kimsoran im. Ez ji mala Bozî me. Ev jî ji eşîra Kureyşan in. Kimsorên li Vartoyê û Xinisê talibên mala Bozî ne. Li Vartoyê sê gundên (Xirbê Yaqûb, Kovik û Taçî) Kimsorî hene. Li gundekî (Zaçêx) jî malbatek heye. Kimsoran eşîrekî Dêrsimî ye. Şaxek ji Konfederasyona Şadlû-Sadyan in. Ji Dersimê çûne Xorasan û cardin bi eşîrên Dêrsimî re vegeriyane Dersimê. Çima ne elewî lê qizilbaşî? Li gor min Elawî gotineke kurdî ye. Wateya wê ev e, yên ku elawê diparêzin. Elaw di wateya agir de ye. Agir jî li erdê nûnerê rojê ye. Ji çaran yek e. Vateya şewqê ye, ronahî ye, tariqatê ye. Gelo çi ye Elewîtî/qizilbaşî? Kî ye pîr, li ku perwerde dibin? Mirov paşî dikare bibe qizilbaş? Şert çi ne? Qizilbaşî; di wateya Elawîtî tê bikar anîn. Di Elawîtî de qatqat (kast) wek talib, koçek, rêber, pîr, murşîd hene. Talib yên ku ne rêber, pîr û murşîd in. Her eşirek an jî her gundekî Elawiyan rêberek, pîrek û murşîdekî xwe hene. Rêber, pîr û murşîd ocaxzade ne. Murşîd, pîr û rêbertî ji bav de dikeve destê lawan. Talib nikarin bibin rêber, pîr û murşîd. Rêber, pîr û murşîd di nav xwe de, talib jî di nav xwe de dizewicin. Lê di pêncî salên dawî de ev kevneşopî bi piranî rabûye. Şertên elawîtiyê: Çar derî ne. Her derî jî deh qeydeyên xwe hene. Çar derî: 1- Hiquq (şerîet), hewa ye, bûn e, talibî ye, destpêk e. ![]() Li herêma Vartoyê kîjan eşîr qizilbaş in, ji ku hatine? Sîstema kastê heye, kîjan eşîrên qizilbaş serdest bûn. Eşîretên Vartoyê yên Elawî ji Dêrsimê hatine. Ew jî; Xormekan, Lolan, Kimsoran, Avdelan, Klavsiyan û Şadîyan in. Di oldarî de serdestiya eşîran nîne. Di qat qatê oldarî de murşîd, pîr, rêber pêşeng in. Yên din talib in. Her eşîrekî murşîdekî xwe, pîrekî xwe û rêberekî xwe hene. Herwiha di her eşîrê de malbatekê xanedan bûye. Wek mînak di eşîra xormekan de Mala Ferê. Gava hûn li Vartoyê bûn qizilbaş baweriya xwe çawa bi cî danîn? Qasî em dizanin wêçaxê Mala Cem tune bû, we çawa dikir? Ez ji varto yê me. Navê gundê min Taçî ye. Gundekî kimsoran e. Ew bi xwe jî elawî ne. Ez jî ji malbatekê û rêber im. Malbata me kurêşî ne. Ji Dêrsim, Qizil kilîse (Nazmiye), gundê Erisk hatine Xolxolê û dûre hatine Vartoyê. Îbadeta elawîyan ne tenê civat kirin e. Cem bi erebî ye. Wateya wî bi kurdî civat e. Dêmên civatê hene. Salê de carek (bi piranî zivistanan) pîr û rêber tên nav taliban. Ev dem pir caran civat çêdibin. Mala her talibî ciyê civatê ye. Di sêzdeyê sibatê şûn da roja duşem Rojiya Xizir dest pê dike û ta roja çarşemî didome. Roja pêncşemî, niyaz li ciyên pîroz tên belav kirin. Wê evarê jî di mala pîr, an jî rêber, an jî mala ku pîr û rêber lê mêvan in, de civat çêdibe. Têkiliya kurdên qizilbaş û kurdên misilman çawa bûn? Ji ber bawerî problem derdiket; wek çi? Varto di wî warî de cîyek dîrokî ye. Nîvê xwe Elawî ne, nîvê din jî Muslimanên Şafîî ne. Dema Osmaniyan de Mala Cibriyan ku bi xwe şafîî ne, Alayên Hemîdiyan pêkanîn. Navbera wan û Malbata Feran, ku eşîrek elawiyan e, şerê eşîrtî diqewimin. Ew wek şerê Elawîtî û şerê Sunîîtî didan xuyakirin. Herdu alîyan jî dixwastin ji xwe re alîgiran çêbikin. Dema cumhuriyetê de jî ew nakokî dom kir. Di Serhildana Şêx Saîd de jî gelek nexweşî/pirsgirek çêbûne. Lê dema ez li Vartoyê mamoste bûm (1969-1977) navbera Elawiyan û Suniyên Vartoyê de bûyereke nebaş neqewimî. Gelo baweriya kurdên elewî û tirkên elewî yek e? Ferq çi ne, di navbera wan de çi cudatî hene? Min li ser wan cudayetiyan lêkolîn nekirine. Gor ku ez dizanim; nirxên netewî ku li ser bawerî tesîr kiriye; cudayetiya wan nirxan hene. Di bawerî de jî hinek cudatî hene. Wek baweriya Xizir, Rojiya Xizir. Taybetmendiya Vartoyê çi bû/çi ne? Taybetmendiya xwe ev e ku li Vartoyê cure cure gel û cure cure bawerî hene. Ji aliyê din ve jî di salên heftêyan de Varto bibû navenda siyasî û civakî li herêma xwe. Li Vartoyê du caran erdhej çêbûye, ji ber vê tirkiyê û ewrupayê belav bûne. Herî girîng jî ev e ku nakokîya ku berê navbera eşîrên elawî û suniyan de hebûn, niha tune ye. Di warê netewî û civakî de pêşketî ye. Kî ye Kazim Baba? Ew ez im. Ez kî me? Ez di sala hezarûnehesedûçilûşeşan, di hefteya diduya de li gundê Taçî yê ku pênc km. li rojavayê Vartoyê ye ji dayîk bûme. Ez hîn çilî bûme Erdheja Vartoyê ya çilûşeşan bûye. Di wî erdhejê de sê xweng û birayekî min mirine. Ji zarokên dê û bavê min bi tenê ez sax mame. Di hezarûnehezedûpêncîûdudan de li gundê me dibistan çêbû. Çiqas ku salên min piçûk bûn jî, ez li gundê xwe çûm dibistana seretayî. Min dibistana pêşîn li Vartoyê, dibistana navîn (lise) li Muşê xwend. Min li Erziromê Instîtuya perwerdeya mamosteyên matematik û fen xwend; hezarûnehesedûşestûşeşan de înstitut qedand û bûm mamosteyê matematik û fenê (fîzîk, kîmya, bîyologî). Tayina min derket dibistana Navîn ya Nava Elezîz. Di wê demê de di rêvebertiya sendika mamostan (TÖS) şaxê Eleziz de bûm. Hingê min gelek kesên ku li Tirkiyê navdar bûn nas kirin. Wek Ismez Özel, Fakir Baykurt, Demir Özlü, Feyzullah Ertugrul, Tarhana Osman, Mumtaz Kotan, Ibrahim Güçlü, hwd. Yükleniyor...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|