|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Hevpeyvînek bi derhêner Chepo Gewez re - Mîr QasimloNÛKURD - Chepo Gewez behsa fîlma xwe ya nû dike...
Hevpeyvînek bi derhêner Chepo Gewez re - Mîr Qasimlo / Malpera Nûkurd
Di van salên dawîn de, li welat, nexasim li Awropa gelek ciwanên kurd bi karên kulturî ku wek; sînema, nivîsandin, şano û cureyên din rabûn e û bi afirandinên xwedî asoyên kûr ku sînorên heyî yên civakî dibezînin, xwe bi me didin hîskirin û bi hewlên veguherînîner ên ji bo avakirina kultureke xweser û pêşîvekirina li mejiyê giyaniyên miletê kurd, atosferên dilbihar pêktînin û pêşkêşî me dikin. Chepo Gewez yek ji wan e. Wî havîna îsal li bajarê Freyburga Almanya fîlmek kişand. Di demdariya kişandina fîlmê de, ez çûbûm bibûm dîdarê wê serûwenê. Berê niha bi demekê dîsa çûm lê bûm mêvan. Wî bi germînî ez mêvand im. Hizra hevqisedanê li vexwargehekê, erê hema ji nişka ve pêkhat û baş jî bû. Min pirsî wî bersiv da. Ezîz im, fena ku di hemû hevqisedanan de tê pirsîn ku ka yê/ya bersivdayîner kî ye-ji kûye û.....min jî dil heye heman pirsî bikim. Chepo Gewez kî ye? Bi xweşdîtina te jî be, dikarî hinekî behsa xwe bikî? Bi rastî me bi pirseke çetin dest pê kir Mîr. Chepo Gewez kî ye? Chepo Gewez berê her tiştê kurdek serwexte û ev13 sal e li derveyî Welat dijî. Li Meletî Psîkolojî, li Berlînê Felsef e, wêje û zimanê almanî xwend, Chepo wekêdin mirovek yekane ye, mirovek perspektivist, mirovek baweriya wî tenê li guhertina Perspektîvan, bikaranîna perspektivên nû tê ... Belê! ev „ perspektivist" çi dihundirîne? Dikarî vê têgehê hinekî vekî? Ez çawa vebêjim? Ev çaya ku em niha vedixwin ne tenê çaye! an ev cixare ya di nav tilîyên me de ne tenê cixareye! Dar ne tenê dar e! kevir ne tenê kevir e! Ziman tenê ne zimane! …. Wekî mînak em kevir bigrin! Ez dikarim bêjim, kevir di çavên min de „rasteqîn"e. Berhevkirina keviran ji bo min berhevkirina rastiyan e, avitina kevirek li serê mirovek, kirina rexneyek, gotîbûna rastiyek e, ango girtina heyfek e, ez dikarim bêjim kevir hêrse, kevir hêz e, kevir kêf e, kevir êş e! di dawî de em dikarin bêjin kevir bixwe ne tu tîşte û me çi kir navîna kevir, me di kevir de çi xwest bibînin kevir a ew e… ![]() Pistî vê diyarkirinê, min divêm wer im ser mijara karên derhênerî û filimçêkirinê. Tu kengî û çawa bi hesta derhênerîyê avis ma? Teşxelêyên min hebûn kekê wek tu, wek gelekî hevalên bipirs! Min ji xwe re ziman gerî û min ji xwe pirs kir gelo ez çawa û bi çi dikarim pirs, çetinî û teşxeleyên xwe binîm ziman. Min bi nivisî dest pê kir. Çend salan nivisî, piranî bi almanî û yek caran bi kurdî lê nemeşiya. Min jî berî da weneyan. Weneyên cihê cihê kişand û ji wan weneyan Vîdyo çêkir û ez pêhesiyam ku ez vê karê dikarim bikim û min berdevam kir. Ez wisa texmîn dikim ku Çerx filma te ya ewil e. Ev fîlm, kengî, li kû û çawa hat kişandin. Dikarî hinekî behsa rabirdûya çîroka filmê bikî? Belê! wek min got, min gelekî Vîdyo amedekir, sê fîlmên kurt kişand, yek ji wan sê fîlman li Batmanê meşiya, ewêdin min hîn dernexîstîye der. Me çerxê li vê havînê kişand, li elmanîyayê û di neh rojan de. Di vê bilîbûnê de, sedemeke aksiyonel ku di lênivîsa rabûrdiya te de cih setendibe heye yan ev bilîbûna te ya dilxweşker ji ber egerên dilêşînîner yên giştîne? Çîrok li ser kuştina jinan ji alîyên Mêran e, em bêjin li ser dijmantiya Mêran dijî jinan û ne tenê li ser vê. Îro li Tirkîyê, li Kurdistanê bi roj bi şev jin tên taciz û tecawuzkirin, tên bikevirkirin, tên şewêtandin, tên sunnetkirin, tên kuştin. Dîsa îro tu kes qasê jin û zarokan ji şer, ji bêhişî , ji hovîtî nakşîne. Me ev Pratîka Mêran rexnekir. Çerx fîlmek dijî Mêran e .. Rast e, kuştina jinan ya ji egera namûs û sexsê êdî mîna perceyek jiyanê tê dîtin. Li hemberî vê hovîtiyê meriv hewlekî pir cidî nabîne ji bilî hin xebatên sazî û dezgehên jinên kurd. Gelo Chepo ev hewara pir nayê bihîstin, bihîst? Di filmê de helwesteke zelal li heberî desthilatiya mêr heye. Chepo xwest çi bike? Min xwest bala Mirovan û piranî bala Mêran bikşînim ser vê mijarê. Wek te got kes li ser pirs û çetinîyên Jinan nasekine. Dengê çend jinên serwext jî di gimin û teqîna şer de winda dibe û nayê bihîstin. Ji ber vê min xwest tiştek tu kes nikar bikira bikim û me ev gihand. Wenêyen me gelek tuj in û ez bawer im gelek mêr ji van weneyan gelek bitirsin. Wekêdin me ew perspektîva jin hîn tê de tê dîtîn guhert, çep vegerand. Me çîrokê bi çavên keçek tê kuştin vegot. Di „Çerx" ê de jî jin dibin qurban, lê serî nakin ber xwe û nabêjin ev wisa hatiye wisa dimeşe an ev qedera me ye em ger e vê bikşînin. Lê hema radibin û ji kesên êşa dane wan hesap pirsdikin, li heyfê digerin û di dawî de digrin. Di „Çerx" ê de jin jêhat û aktîvin, mêr jî di ne mêrtî de dijîn, pasif, derewîn û piçûkin. Mesela hat cihek taybet. Bi vegotina te ya derbarî naveroka filmê û ew zehmetiyên jin dikişînin de hat bîra min ku di filmê de sahneyen erotîk hene. Bi gotineke resterast sahneyên sexsê hene. Çima?. Hewcedîtina ji cihdana sahnên wisa ji ber çî ye? Ji ber çi ye kekê! me xwest behsa jiyanê bikin û jiyan ne tenê xwarin û gukirine, li jiyanê fetbazî, tengasî, desthilatî, zebûnî, hêvî, evîn, hezkirin … bi dawî sex jî heye. Xwarin û vexwarin çi be Sex jî bo min ew e.. Ez cûdayî nabînim. Wekêdin me xwest li ser sexsê û ne li ser kirina sexsê, ev tîştek girînge û ji hev cudanin, zimanek ango dîskursek bi kurdî avakin. „Sexs" bi înglizî ye, „identités sexuelles" bi fransî, „Geschlecht" bi almanî lê bi kurdî bo Sexsê hîn peyv nehatiye çêkirin. Pirs li vir ev e kekê: Mêr Mêrtî, Jin Jintî, yanî çi? Raman û nêrînên Mêrtî û Jintî ji ku tên û manayiya wan û rolên Mêr û Jinan çî ne? Li cem me gotinek heye dibêjin; Jintiya xwe bizanibe. Ez dixwazim em li xwe pirskin çî ye li vir Jintî? Dixwazim a li vira-hinekî dikeve çerçeva pirsa jor de, pirsekî din ji te bikim. Bala min kişand. Ligel hinek pêzanînên min û bi vegotina te re ez bi pakî pêhesiyam ku filmê meydaneke mezin ji bo ravîdana pirskirêkên jinan-jina kurd vekiriye, lê di filmê de lîstikvanên jin hemû biyanîne, çima? Ev tercihek bû, yan sedemên din hene? Bi rastî min pir xwest lîstîkvanê jin jî jinên kurd bin. Lê me kes nedît , em negehîştin kesî, wekêdin bi sedema dimenek erotîk ew kesên me ji wan pirskir nexwestin bilizîn, me jî dev jê berda. Bi qasî dizanim fîlma te di navîna vê mehê de, li Berlînê di çerçova Festivala Filmê Kurdî de were ravîdan. Hêviyên te yên ji Festîvala Filmên kurdî û heyacana te meraq dikin. Dikarî hindek behs bike bê Chepo li wir bi tevî fîlma xwe wê çi ji temaşevanan re bibêje? Wek li pir deran, li Kurdistanê jî nêrînên nirxê; sinc, tor e, ol, xwedê, bi kurtasî jiyan bixwe û seranserî bi serî û çavên Mêran hatine dîtin, hebûn û wezîfeya jinan jî di testîqkirina nêrînên Mêran de hatîye dîtin. Jin bûne funktîyonek Mêran. Û kengî jin serî radikin û dibêjin na ez vê rola te daye min qebulnakim wê gavê dar û kevir difire serê wan. Jinên wek " Pîrhebok " li ewropa berî 400- 500 salan hatin şewêtandin ku ew tenê jinên bi aqil, jinên hişiyar û jêhat bûn. Lê Mêr ji wan Jinan tirsiyan, bi rastî ji wendakirina imtîyaz û desthilatiyên xwe tirsiyan û ji wan re gotin hûn bêhişin, dînikin, pîrhebokin û avêtin gir. Ev îro jî mixabin wisa ye û ez naxwazim ev êdî wisa bimeşe. Dibêjin Jin jîyan e, gava ev wisa be, em çima ji jiyanê heznakin? em çima li jiyanê eş peydakin? em çima dijminatiya mirovên dixwazin serbixwe bijîn dikin? Spas kekê. Niha hat bîra min. Wek derhênerekî ciwan ê kurd dixwazî fîlma te herî zêde li kûderê were ravîdan? Cerx fîlmek kurdiye û bo kurdan hatiye çêkirin. Ger li Kurdîstanê jî bimeşe. Min xwest bişînim Batmanê, hevalan ji min re gotin neşîn e! gotin çetînî derdikeve ji ber ku temaşevanên kurd hê ji dimenên vekirî re neamadene. Ez digehîşîm hevalan û dîsa jî dixwazim bêjim, jiyan ne tenê sexse û em tenê behsa sexsê nakin. Çerx fîlmek politîk e û tîştên êdî kevnbûnin û nameşin b zimanek tuj, bi zimanek xwerexneyî tîne ziman. Jiyana giyaniyên bi karên wisa rabûyî ji sedî hefta ji xeyal û hewlên bo pêkanîna wan pêk tê ango tê û dibuhur e, baş e, dizanim te gelek xeyal hene, lê xeyala te ya tu herî zêde dixwazî pêkbînî? Pir tişt henin Mîr! dilê min wek dilê hemû xort û keçên kurd tijî Xeyal in. Lê em ne tenê di xeyalan de bijîn! Me ji çi hez kir, em ji çi hez dikin? em ger bigehîşin wê û wan...... sedî sed bawer im kekê, wexta me zuda hatiye û em xeyalên xwe dikarin yek bi yek bikin realite, ev tenê di destê me de ye kekê, em vê dixwazin an naxwazin? pirs êdî tenê ev e. Ji bo vê demdanê, sipasiya cenabê te dikim û ji bo kar û barên te yên siberojê serkeftin û sihet dixwazim. Ez jî pir spas dikim bo hevpeyvînê. Chepo Gewez kî ye? Chepo Gewez, ji navçeya Gimgimê(varto) ya girêdayî bajarê Mûşê ye. Wî li Zanîngeha Înönü ya Meletiyê beşa psikolojiyê û li Almanya jî beşa felsefê xwendiye. Heta niha 3 kurtefilim kişandiye, Çerx fîlmê wî ye yekem metrajdirêj e. Hevpeyvîn: Mîr Qasimlo - Malpera NÛKURD Yükleniyor...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|