|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Hevpeyvînek ligel stranbêj Mikaîl Aslan
Marîna Siyabend marinesiyabend@hotmail.com
“Eleqeya min ya ji bo Ermeniyan aliyê min yê wijdanî ye. Ez zarokê qewmekî mexdûr im. Ji ber wê li himber miletên mexdûr bûne baldar im. Heta eleqeya min ji bo çanda Mezopotamyayê gelek e. Dema dibêjin ‘‘Çanda Mezopotamya’’ ez Kurd, Ermenî, sûryanî û faris ji hev cuda nakim. Hemû nêzîkî hev in…” hunermend Mikaîl Aslan bi van gotinan têkiliya gelên Mezoptamyayê rave dike.
Di 14’ê mijdarê de, li Êrîvana paytexta Ermenîstanê bi beşdariya muzîsyenên Ermenî û Kurd, Xaçetor Eboviyan konsereke mezin hate lidarxistin. Hunermend Mîkaîl Aslan bi koma xwe ve, ligel hunermend û komên Ermenî konsera albûma ‘‘Petag’’ û klamên zazakî (kirmanckî) pêşkêş kir. Her wiha ligel Mîkaîl Alsan, hunermendên navdar ên Ermenî Leyla Sarîbekyan û Davîd Almanyan jî derketin ser dikê. Mikaîl Aslan di encama xebateke 4 salan de newa û stranên Ermeniyan ên beriya Qirkirina Ermeniyan a di sala 1915’ê de berhev kir û di albûma bi navê “Pêtagê” de diyarî hemû gelên Mezopotamyayê kir. Ev albûma Mikaîl Aslan di sala 2010 de derket. Ji bo vê jî xebateke mezin li Êrîvanê hate kirin. Hunermend Aslan li Êrîvanê der barê huner û albûma xwe de bersiva pirsên min da. *Hunermendê hêja, ji bo konsera we ya serkeftî pîroz dikim. Hûn dikarin ji xwendevanên me re hinek behsa jiyana xwe bikin: bi esilê xwe ji kîderê ne? -Di sala 1972’an de li Xozata Dêrsîmê ji dayîk bûme. Lê li Qeyseriyê mezin bûm. Malbata min di dema derbeya 12’ê Îlonê ya sala 1980’an de neçar ma ku koçberê koçberî Qeyseriyê bibe, ez jî piştî 8 saliya xwe li wir mezin bûm. Bi esilê xwe ji Xozatê me, ji malbata Pîran têm. HEZKIRINA MIN A MÛZÎKÊ JI PÎRAN TÊ *Hezkirin a we ya muzîkê ji ku derê tê? Hûn dizanin civaka elewî ji pîrên xwe gelekî hez dikin. Dema ku pîr dihatin û li muzîkê dixistin em hîpnoz dibûn. Me tenê li nuqteyekî mêze dikir. Di malbatê de xwîşk û birayên min hemûyan li tembûrê dixistin. Heta melodiyên destpêkê jî ez ji xwîşka xwe ya mezin hîn bûm. Di mala her kesî (elewiyan) de muzîk cihekî taybet û pîroz digire. Eleqe û hezkirin a min a muzîkê ji wir tê. *Çi hewce dike ji bo ku huner bê hezkirin? Hûn wekî hunermend bi çi prênsîpan bi muzîkê ve hatin girêdan? -Dema tu wî karî dikî, tu mîsyonekî çawa didî wî karî, tu çawa dinirxînî, pîroziyek çawa didî wî karî, kêm zêde guhdarvanên te û yên ku muzîka te guhdar dikin, ew jî wisan nêzîk dibin. Ez her tim vê dibêjim, muzîka xwe jî li ser vî esasî çêdikim. Hunermendek li ser dikê çi bijî, gelê ku wî guhdar dike ew jî wê tiştê hîs dike û dijî. Ez bi xwe ger li wir qedrekî wisa, mîsyonekî, pîroziyekî, min qedir û hezkirinek dabe wî karî, wê yê himberî min jî vê bibîne û qedrekî mezin bide vî karî. Û wisan derbasî gel dibe. Ez wisan difikirim: hûn li zarokekî dinêrin. Ew zarokê biçûk bi tiştekî ve mijûl e. Mînak bi heriyê malekê çê dike. Lê dema çê dike wisan bi hezkirinekî mezin, bi meraqekî mezin çê dike, hûn beranberî vê tiştê matmayî dimînin. Hûn nanêrin çi çê dike. Hûn şêwazê çêkirina wî dinêrin. Tişta ku dixwazim bibêjim ew e ku dema çê dike, hezkirina xwe tevlî wî karî dike. Bi hezkirin çê dike. DI MÛZÎKA ME DE MISTÎK HEYE Ji xwe di muzîka me de tiştekî mîstîk heye. Ev aliyê wê jî ji dîrokê tê. Va ye muzîka ku em dibêjin: mûzika olî, ew e ku ne muzîka niha, ne muzîka maddî, hîn zêdetir dadikeve nav xeyal-alemên cuda û hestên cudatir bi mirovan dide jiyîn. Ev kevneşopiya muzîkê zêdetir ji pîran, ebdalan tê. Helbet dema tu rast dikî cewherê xwe de wisa ye. Dema ku em li muzîka niha dinêrin, ew rastiya cewherî winda bûye, ji ber ku di muzîka niha de mirov wê cewhera rast nabîne. Ez jî wê cewherê rast ê muzîkê ji xwe re esas digirim û li gor wê rastiyê muzîk çê dikim. Mînak: dema ku hozan dihatin mala me û hozanan, pîran li tembûrê dixistin, dev jê berde: em li derûdora xwe binêrin. Me tenê li nuqteyekî dinêrî. Tê wê wateyê ku muzîka ku dihat lêxistin em dibirin cihên cuda, hestekî cuda li me dida jiyîn û em kûr diçûn. Lê muzîka niha gelek hatiye guhertin. JI KIRMANŞANÊ HETA KOÇGIRIYÊ *Di nav hunera Kurdan de çi ye ku me ji bilî ol û zaravayan dike yek? -Li gor fikira min hestê Kurdînî ji Kirmanşahê bigire, heyanî herêma Hewremanê, ji wir heyanî herêma Lor, heyanî kurmancên Koçgiriyê Zazayan yek e. Mesela Radyoya Êrîvanê ji bona min wateyek cuda îfade dike. Ji ber ku ez dema hîn 8-9 salî bûm min radyoya Êrivanê guhdar dikir. Ji ber wê çendê gotina Êrîvanê ji bona min cuda ye. Min melodiyên yekem ji wir guhdar kir, ji wir hîn bûm. Muzîka Egîdê Cimo, Şeroyê Biro û dengbêjên din, kilamên wan, dengên wan ji gel min neçû, dengê wan hîn li gel min e. Piştre ez çûm Elmanya. Di sala 2001’an de ji bo roja Qirkirina Ermeniyan bîranîn hebû: ez hatim Ermenîstanê. SERDANA EGÎDÊ CIMO Û RADYOYA ÊRÎVANÊ Wê demê çûm cem Egîdê Cimo. Min ew dît. Vê carê dema min ew dît, min got: ‘‘Pîrê min ez hatibûm cem te’’. Nehat bîra wî. Got: ‘‘Wê demê elektrîka min çûbû’’. Tengaviyên wî yên aborî hebûn. Ez bi xwe fikirîm, min got: mirovên ew qasî kedkar, kûr çawa wisa feqîrî dijîn. Ew qas dilnizim û alîgirê gelê xwe... ŞEROYÊ BIRO Û KAREPÊTÊ XAÇO GUHDAR DIKIR Ez hatim Ermenîstanê, bi taybetî ez çûm min radyoya Êrîvanê dît. Ew radyoya ku ez ew qasî bandor kiribûm, li ser min tesîrek dabû çêkirin: min dît. Radyoya Êrîvanê hunermend û dengbêjên ku ez ji wan gelekî hez dikim, Karapêtê Xaço, Şeroyê Biro,”ez gelekî ji dengê wî hez dikim, her tim kilamên wî guhdarî dikim” em bi hestên radyoya Êrîvanê mezin bûn. Tişta ku dixwazim bibêjim ew e ku radyoya Êrîvanê gelekî nêzîkî me ye. Çima wisa ye? Mînak: em bi zazakî diaxivîn, me kurmancî fêm nedikir, lê tiştek hebû ku me dikişand. Tişta ku me dikişand da ku em her tim guhdar bikin û hez bikin, heman tişt bû. Ji ber ku lorînên me, hestên me û çanda me yek bûn. Ev bû ku me dikişand. 5-6 CAR E TÊ ERMENÎSTANÊ *Ev cara çendem e ku hûn tên Ermenîstanê? Sedema germahî û têkîldariya we bi gelê Ermenî re çi ye? -Cara 5-6 a ye ku ez têm vir. Cara yekem di sala 2001’an de hatim vir. Li gel me tiştên ku hatin serê Kurdan, Elewiyan, Dersimiyan, Ermeniyan di hundirê min de bû sedema trawmeyek ê. Dayîkên me her tim ji me re vedigotin. Ev yek bû sedem ku di nav min de bibe travmeyek. Çîrokên hatin gotin li ser min gelek bandor çê kirin. Çar-pênç salan ez ketim di hundirê xwe de. Piştre hêdî hêdî min ev derbas kir. Di wê demê de çi anîbûn serê Ermeniyan, çi hatibû jiyan min xwest ez bêm bibînim. Ji bona vê li Frankfûrtê komeleya dijî qirkirinê hebû. Ez çûm bûm endamê wê. Ji bo bîranîna 24’ê Nîsanê Qira Ermeniyan di sala 2001 de hatim vir. Li vir muzeya qirkirinê heye. Di deftera muzeyê de min jî nivîsand. Defterdarê wê muzeyê ji min pirs kir: ez ji ku hatime, ji ku derê me. Min jî bersiv da: ‘‘Ez ji Dersimê me û ji derve têm”, piştre wî defterdarî got: ‘‘Beriya te Yilmaz Guney jî hatibû vir’’. PÊŞÎ ERMENÎ, PIŞTRE DOR HATE ME Civaka Ermeniyan û Kurdan bi sedsalan di nav hev de jiyan e. Gundekî Ermenî, gundek Zaza, gundekî kurmanc: hemû bi hev re û di nav hev de jiyan e. Ji ber vê çendê dema dibêjin Ermenî ez wana ji xwe cuda nabînim. Ji ber dema em biçûk bûn her tim digotin: ‘‘Di destpêkê de wisa hat serê Ermeniyan wisan hatin qetil kirin, piştre dor hate me. Berî me dema Ermenî hatin qirê li gel me latek hebû, ji wê latê bi sedan Ermeniyên ku ji cografiya me bûn xwe avêtin xwarê. Di nav qêrîn û hewaran de... Gundiyan dengê van dibihîstin, lê ji ber ku ne karîne biçin wan xilas bikin, ji qehra rûniştine giriyane di mala xwe de. RUHÊ ME Û ERMENIYAN Tişta ku dixwazim bibêjim: em di nav hev de jiyane, gelek tiştên me di nav hev de bûne. Him di aliyê çandî him jî wekî kok em û Ermenî ji qewma arî ne. Ji ber wê çendê nêzîkî hev in, ruhê me yek e. Têkîliya min bi Ermeniyan re li ser vî esasî ye. Hîn zêdetir insanî û wijdanî ye. Ji ber rengekî cografiya me ye bala min dikişîne. *Karê we gelek pîroz e, ji ber ku hûn gelek stranên etnîk ên vê erdnîgariyê ji windabûnê rizgar dikin. Lê tirs tune ku taybetî û cudahiyên stranên netewî tevlihev bibin? -Ez jî ji wan hîn dibim. Dema bi kurmancî dibêjim tiştekî hîn dibim. Dema bi Ermenî dibêjim tiştekî din hîn dibim. Ji ber ku gelekî nêzîkî hev du ne, min dewlemend dike. Ev tiştekî çawa ye? Hûn dema zimanekî dizanin cuda ye, dema ku 5-6 zimanan bizanin cuda ye. Wekî din gotî: enstrumanekî lê dixin cuda ye, 5-6 hebî bikaribin lê bixin cuda ye. Ev dewlemendiyekî dide çêkirin ji we re. Wê demê fantaziya we hîn fireh dibe. Tişta ku dixwazim bibêjim: yên ku nêzîkatiyên wan faşîstî û tek-tenêtî be wan teng dike. Em çiqas Ermenîbûnê hîn bibin ku evana ne emerîkî ne, dewlemendiya cografiya me ye. Em çiqas Êzdîtiyê hîn bibin, kurmancî, soranî fêm bikin: ev yek me dewlemendtir dike. Hemû cuda ne. Di hundirê min de jî evana cuda ne. Tevlî hev jî nabin. Dibe ku hevdu bandor bikin: tiştekî asayî ye, normal e. *Di koma we de hem Ermenî, Kurd (zaza, kurmanc) û ez bawer im yekî Elman jî heye. Hûn- ev gelên cuda çawa hatin ligel hev. Tişta ku we dike yek çî ye? -Vê wiha dikarim bibersivînim; Her qewmek zimanê wî heye. Yek jî zimanê mirovbûnê heye, zimanê mirovatî yê. Ger em zimanê mirovbûnê hîn bibin wê demê cudabûna qewman ji bona we ne girîng e. Tiştekî wisan namîne. Tişta ji bona min girîng ew e ku ez li nasnameya xwe xwedî derdikevim. Lê miletên din jî red nakim. Ez nabêjim ew ne ji me ne. Belê, têkoşîna gelê Kurd ji bo netewbûnê heye. Divê em bibin netew, lê dema vê dikim dixwazim vê yekê bi Ermenî re, Asurî re bikim. Bi parastina cudahiyan. Ji ber çi, em wekî gelekî ku mexdûrê polîtîkayên dewleta tirk a zilimkar mane û li himberî zihniyeta wê dewletê têdikoşin, ger em jî wekî wan bikin, wê demê tu cudahiya me ji wan namîne û wateya têkoşîna me jî wê nebe. Eger yên ku bi min re muzîkê çêdikin bi heman zimanî, zimanê mirovbûnê daxivin, tişta ku min dikişîne ev e. Tişta ku dibe sedem gelê Ermenî ji me hes bike çiye? Gotineke pir xweş a Amîn Maalof heye. Dibêje: ‘‘Hûn çiqasî dilê xwe li ber gelekî vekin, ew gel jî wê dilê xwe ew qasî li ber we veke’’. Ji bo ew dilê xwe veke divê hûn dilê xwe vekin. Me xebatek bi hev re meşand. Ji ber ku em ji heman çandê tên. Çanda me nêzîkî hev e. ALBUMA PÊTAG *Armanc a we ya çêkirina Albûma ‘‘PETAG’’ ê çi bû? -Rast e, divê ev yek bê nivîsandin. Carna ez li malên me yên berê dinêrim. Gelek caran di kevirekî dêrê de, yan jî di kevirê mezelan de yan jî di xaniyên ku tê de diman de tiştekî aîdê gelê Ermenî disekine. Min li wan keviran mêze dikir xwe bi xwe difikirîm. Min digot: ger zimanê van keviran hebana, wê çi ji me re bigotana. Di dema xwe de li ser vê xakê bi me re jiyan e. Ev gelo çûne ku derê. Ev pirsana tev bû sedem ku ez bi vê albûme, bi van meselayan re mijûl bibim. Ez mijûl kirim. Her tim di nav malbatê de nîqaşên wiha hebûn. Wisan qewimî, bala min dikişand. Navên hinek gundan bi Ermenî bûn. Min ji xwe dipirsî: Berî çend sedsalan li vir stran bi zimanê Ermenî hatine gotin. Ger hatibe gotin çawa hatiye gotin, çiqas nêzîkî muzîka me ye. An jî çiqas cuda ye. Min derbarê vê de serê xwe êşand. Piştî wê ez rastî belgeyekê hatim. Ermeniyekî Çemîşgezekê di sala 1915’an de evana tomar kirine bi nota nivîsandiye, lê tomara deng tune ye. Li Çemîşgezekê malbata Baxiryan û Celaliyan di dema qira ermeniyan di sala 1915’an de çûne Ewropayê bi cih bûne. Mamosteyekî çûye stranên wan gotine li ser notayê qeyd kiriye. Ez jî bi vî awayî gêhîştim vê çavkanî yê. Ez gihîştim bi sedan kilamên bi vî awayî ku li Dêrsîmê hatine gotin lê qeyda deng tune bû. Piştre min got ez van bikim stran û bibêjim. Hîç ku gelê Ermenî ji vê cografiyayê qet neçûne hîn jî bi me re dijîn, ez ê wisa van zindî bikim û bînim bîra her kesî. DEWLEMENDIYÊN XAKA MEZOPOTAMYAYÊ NE Hewla min ev bû û xebatekê gelekî xweşik derket holê. Xebatekî gelekî xweşik çê bû. Li vir de difikirim ku min tiştek mezin kiriye. Ji bo çêkirina vê albûmê min di nav sê-çar salande her tim bi çanda ermeniyan re mijul bûm min naskir. Dema min ev ablûm çêkir min digot qey ez qenciyekê li ermeniyan dikim. Lê piştre min dît ku di rastiyê de min qencî ne li Ermeniyan, min başî li xwe kiriye. Ez hîn bûm ku di rastiyê de min xwe temam kiriye. Bi çêkirina vê xebatê min nîvê xwe dît. Min xwe her tim kêm hîs dikir heç ku nîvek ê min tune ye. Piştî ku min albûm xilas kir di aliyê çandî de heçku min xwe temam kir, yekbûnek di hundirê min de çê bû. Piştre min ji xwe re got dema Ermenî li ser vê cografiyayê çûn nîvê me jî bi xwere birin. Nêzikatiya min ew bû ji bona wijdanê xwe rehet bikim. Eleqeya min ya ji bo Ermeniyan aliyê min yê wijdanî ye. Ez zarokê qewmekî mexdûr im. Ji ber wê li himber miletên mexdûr bûne baldar im. Heta eleqeya min ji bo çanda Mezopotamyayê gelek e. Dema dibêjin ‘‘Çanda Mezopotamya’’ ez Kurd, Ermenî, sûryanî û faris ji hev cuda nakim. Hemû nêzîkî hev in. MIKAÎL ASLAN KÎ YE? Di sala 1972’an de li yek ji navendên Komkujiya Dêrsimê Xozata Dêrsîmê ji dayîk bûye. Malbata wî ji ber rêveberiya tund a Derbeya 12 Îlonê neçar ma ku koçî Qeyseriyê bike. Piştî 8 saliya xwe û vir ve li wir mezin dibe. Eslê xwe ji malbata pîran tê. Perwerdehiya xwe ya di Zanîngeha Înonûuya Meletiyê, piştî ji ber xebatên polîtîk ji dibistanê hate durxistin nivî de, dihêle, bi awayek profesyonel dest bi xebata muzîkê dike. Mîkaîl Aslanê ku di zarokatiya xwe de dest bi lêxistina baxlamayê kir, besteyên xwe yên yekem dema ku li Meletiyê xwendekar bû nivîsad. Besteyên Mîkaîl Aslan di Koma Mûnzûr Tohûm û hwd hatin gotin, Mîkaîl Aslan ji sala 1995’an vir li Elmanyayê xebatên xwe yê muzikê didomîne. Aslan ku ji sala 1999’an bi zimanê dayîka xwe zazakî klaman dibêje îmzeya xwe li bin albûmên solo diavêje. Her wiha Mîkaîl Aslan ku li cihê dijî li Elmanyayê perwerdeya xwe ya muzikê jî didomîne. Di sala 2003’an de albumên wekê “Kîlîte Koyu” (Kîlîta Çiyê) derxist. Humermend ku xebata xwe ya muzîkî bi awayek senfonîk derdixîne ser dikê. Di sala 2005’an de albuma “Mîraz” (maya), sala 2008’an de “Zernkut” (Sîmya) re di sala 2010’an de albûma xwe ya Pelguzar derxist. Yükleniyor...
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|