|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Bi Evdila Dirêj re hevpeyvîn
Ciwan Tengezar ciwantengezar@yahoo.de
Ji weşanxaneya Dilopê, dilopeke duyem a ked tijî niqutî. Dilopa yekem 2005an de niqutî bû* Dilopa duyem beşa duyemîn a pirtûka dersê (kurdî-kurmancî) ye. Îcar meha cotmehê ya 2011an li Berlinê beşa duyemîn a pirtûkê weşiya. Amadekarê pirtûkê, mamosteyê kurdî-kurmancî kek Evdila Dirêj e. Berhem ji pirtûka dersê, ferhengoka kurdî-almanî û almanî-kurdî û 2 CD yên guhdarîkirinê pêk tê. Berg û rûpelên navîn a pirtûka xwendinê rengîn (312 rûpel bi formata A4) ya ferhengokê (320 rûpel bi formata A5) yek reng e. Çend sal in ez jî amadekariya pirtûka dersê dikim, loma dizanim, ku tenê ked na, dil jê re hewce dike. Dest û dilê te sax be! Pîroz be kek Evdila! Herî baş em berhemdar guhdarî bikin, binêrin ka ew di derbarê berhema xwe de çi dibêje. Gelo wê dilopa sêyem jî biherike gola ferhenga kurdî? Soz nadim. Xebatên li ser ziman zor in, dijwariyên xwe hene. Xwesma yên dersê; divê bêqusûr bin, di pîleya tineyiyê da kêmasiyên wê hebin. Heke xebatên wiha xweser bin; yanê bi ser ti sazî û dezgehê va nebin, ev zor û zehmetî xwe dikin du qat. Ji ber vê yekê jî nikarim bêjim wê dilopa sêyem jî binûqute. Di vê pirsa we da hinek kêmasî hene, Yan jî em bêjin hun şaş agahdar bûne. Ev berhema min ne ferheng e, ku mîna dilopekî biniqute gola ferhenga kurdî. Pirtûka ziman e, ji 10 dersan pêk tê û di pîleya pêşketî da kurmancî hîn dike bi tevê 2 CDyên guhdarîkirinê ra. Ev pirtûka duyem e. Ya yekem a destpêkê bû di sala 2004 an da derketibû û spas te jî nivîsekê li serê nivîsî bû di wan salan da. Bi vê ya dûyem ra min ferhengek jî amade kir, ji bo her du pirtûkan. Bi kurdî-almanî, almanî-kurdî peyivên 20 dersan tê da cî digirin û pêveka van her du pirtûkan e. Yanê pêveka pirtûkên Kurdî- kurmancî 1. û 2. ye.
Plan û amadehiya xebatên din hene? Ez yeqîn nakim ku meriv rêwiyê rêya zimanê kurdî be, bê plan û amadeyî be. Nenivîse û serê xwe neêşîne. Min jî biqasê bîr û zanayiya xwe hin reşbelek hene. Hinan jî min niyet heye dest pê bikim. Vêca li gorî derfet, teqet û kalîteyê û hinek jî bi destûra hêzên jorîn ez dê wan ragihînim ji bo we. Armanca Te pêk hat/Ev xebat bi dilê Te ye? Di ti xebat û berhemdanê da armanc ji sedîsed pêk nayê. Di yên min da jî ev yek bi têra xwe derbasbar e. Mîna ku tu jî dizanî rêbazên hînkirina ziman, hema bêje standart bûne li cîhanê. Li gorî van standardan sê pêngav hene: Pêngava yekem, ji bo destpêkê; A1/A2, pêngava duyem, ji bo pêşketî B1/B2 û pêngava navîn in. Kesên biyaniyên wî zimanî heke van her sê pêngavan derbas bike, hingî dikare bi wî zimanî bipeyive, binivîse û pê xwe vêbêje. Dema min dest bi vê xebatê kir, min van her sê pêngavan bi tevê rêbazên wê yên nûjen (mîna materyalên hînkirinê, rêbazên hîndariyê, CDyên guhdarîkirinê fîlm û DVDyên dîtbar) wek armanc dan ber xwe. Bi çapkirina pirtûka destpêkê ku pêngava A1/A2 ye û bi ya pêşketî ku pêngava B1/B2 ye û bi tevê tomarkirina CDyên wan ên guhgarîkirinê, min nîvê rê derbas kiriye û nêzîkê armancê bûme. Pîleya navîn maye. Virdaûwêda meriv dikare vê pîleyê jî pêk bîne. Lêbelê çêkirina fîlm û DVDyên van her sê pêngavan bi tena serê xwe ne gengaz e. Hêzeke mîna BBC li pişta min be û destekê bide min hîngî dikarim di vî karê da jî bi ser kevim.. Qîma min bi vê xebatê nayê; ji ber ku pêngava navîn, fîlm û DVDyên wê kêm in. Başî û xirabî, di derbarê pirtûkê de tu yê çi bêjî? Pêşî ez ji nebaşiyan dest pê bikim. Dibe ku hin biraderên ku bi ziman mijûl in nerihet bin ji vê gotina min lê ez dibêjim ku zimanê me di warê rastnivîsê da hîn standart nebûye. Ji vî îşê ra perwerde û dewlet divê. Niha ne ciyê wê ye. Naxwezim bikevim nava kitekitan, lêbelê ev nestandartbûn gelekî bêhna min teng kir. Di hilbijartina peyivan da gelek car dudil mam. Mîna gelo ev peyiv rast e, yan a din? Heta ji destê min hat, min zimanê pirtûkê standart kir. Belkî jî ji nezaniya min be, bixwezî û nexwezî hin peyiv ji hev cûda hatin nivîsandin û ne li gorî dilê min bûn. Di peydakirina wêne û kişandina fotografan da jî min êpêy zehmetî kişandin. Min xwest wêne û fotoyên pirtûkê ji welêt werin. Min ji çend Xwîşk û birayan tikaya çend wêne û fotoyan kir, spas ji bilî yek û duyan kesek bersivek erênî neda vê daxwaza min. Dîsa ciyê spasê ye ku bêjim; ne ji alîkariya hevalê min Recep Maraşli ba, dê wêneyên pirtûkan nîvçe bimana. Yekûyek sipas ji wan hevalên ku bi hewes û ji dil dengên xwe dan CDya guhdarîkirinê, ku ne ji wan ba ev xebat dê seqet bimaya. Helbet başî û dilxweşiyên vê xebatê jî pir in. Ez vana dihêlim li hêviya xwendekaran. Gel û miletê me ku bi vê xebatê kêfxweş be û van berheman bipesinîne, ez ê jî pê serbilind bim û ev besê min e. Lêbelê min maf heye van kêfxwşiyên xwe jî bêjim li dawiyê. Ne wisa? Nûjeniya rêbazên hînkirinê yên pirtûkê, foto û wêneyên rengîn, bi hînkirina zimên ra hînkirina hin edet û toreyên kurdî, qisimek danasîna ji wêjeya kurdî, bi rêya muzîk hînkirina ziman hêjayê gotinê ne. Û ji zimanekî mîna zimanê kurdî bê perwerde, bê dewlet û destek, di bin evqas asîmîlasyon û mendeleyê da xebatên wiha derketibin û ev pirtûkine di refên pirtûkxaneyên almanî da, di nava zimanên cîhanê da, ne ji kalîteyên wan kêmtir ciyên xwe girtibin, ev ji niha da ciyê şanaziyê ye ji bo min. Kî ye Evdila Dirêj? Ew pelikekî hişkbûyî yê darê ye û li benda ketinê ye li her bayê.
* Min li sala 2005an bi sernivîsara “Mizgînî“ wiha nivîsandiye:
Mizgînî
Di warê perwerdehî-perwerdekirina zimanê kurdî-kurmancî de berhemeke giranbiha derket. Pîroz be!. Ev berhema bi nirx ji du pirtûk û tevî ji CD´yek pêk tê: Pirtûka xwendinê, pirtûka hîndariyê û CD ya guhdarîkirinê. Pirtûka xwendinê rengîn (155 rûpel), ya hîndariyê jî reş û spî (139 rûpel) ye. CD jî ji 57 diyalogan hatiye pê. Ji bo pirtûkê li gor diyalogan û mijara dersan wêneyên bi dest çêkirî, û fotografan li hev temam kirine. Cd jî bi muzîk û efektan ve, herwiha bi dengên orjînal yên kesên li gor hevpeyvînan, bi qasê hêjabûna pirtûkê xwe dide der. Pirtûk, ji aliyê Weşanên Dilop ve hatiye weşandin. Hêviya me ev e ku, dilopên wiha hê biniqutin. Ev xebata nûjen wê bibe nimûne. Ev berhem, serbilindî, xurtbûn û qalîteya karê kolektifî nîşan dide. Her bijî! Destxweş! Yükleniyor...
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|