|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Hevpeyvînek digel sekreterê Partiya Keran
NÛKURD - Ji bo nasandina Partiya Keran a Kurdistanê Warvînê digel sekreterê wê partiyê Omer Kilol hevpeyvînek kir. Di hevpeyvînê de Kilol li ser dîrok, maf û hin mijarên girêdayî partiya xwe axivî.
Fermon digel hin pirsên me û bersivên sekreterê Partiya Keran; Pirs: Tu dixwazî tu çawa bêyî bangkirin. Mamosta Omer Kilol, Kerê Mezin, Kerê Yekemîn? Omer Kilol:- Min gelek nav û naznav hene. Ya ku gelek belav e naznava Kerê Mezin e. Hinek caran jî ez bi Ebu Sabir têm bangkirin. Bêguman ev nav jî ji sebr û berxwedaniya keran tê û ker ji her giyandarekî zêdetir bi wê sîfetê tê naskirin. Pirs: Li gor zanyariyên me, destpêka têkoşîna kerane a we vedigere bo salên heftêyan. Wate bo serdema serkutkirin û qedexekirina çalakiyên hizbayeriyê. Tu dikarî li ser vê yekê hin zanyariyan bidî me? Omer Kilol:- Ev bîroke di salên heftêyan de hate serê me. Em komelek kes bûn, bi hev re rûdiniştin û me qala rewaş keran û zilma ku li wan dihate kirin, dikir. Lewre me serî li Komeleya Dostayetiya Ajelan da û me daxwaz kir ku kursiyekê taybet bi keran jî dabîn bikin. Destpêkê bi tundî li dijî me sekinîn, lê nifşê piştî wan zêdetir daxwaza mafên ker û rakirina zilma ser keran, kirin. Pirs: Gelo tu û kerên digel te, di serdema rejîma Beasê de rûbrûyî çewisandinê hatin û we tu car li hemberî wê zilmê nerazîbûn nîşan da? Omer Kilol:- Serdema berê qefesa girtina azadiyê bû. Tîrêja rojê û nefesa azadiyê hatibû qedexekirin. Regezperestî di ser eqil de bû û ya ku li hemberî kurdan dihate kirin eqilê mirov bi tu awayî qebûl nedikir. Wek hemwelatiyê ple duyemîn em dihatin temaşekirin. Her kesek neasî nebûya, dê malwêran bûya. Ji bo me jî wek Partiya Keran bi heman awayî, asayî bû ku me azadî nebe. Pirs: Li Bexdayê dema ku di salên şêstan ên sedsala bihûrî de çalakiyên siyasî hatin qedexekirin, hinek kesan li navçeya Topçiyê Partiya Dîkan ava kir. Dirûşmeya wan pêk dihat ji, “Em dîk in, dixwînin, dixwen û vedixwen û …” Gelo dema ku we partiya xwe damezirand we bi henekî dixebitî û dirûşmeyên we çi bûn? Omer Kilol:- Bêguman her hizbekê komlek dirûşmeyên xwe hene û dirûşmeya me jî di serdema Beasê de ev bû: Kerekê bihest be, bo ku serbilind bijî û xizmeta hemû xelkê bikî”. Lê belê piştî raperîna sala 1991’ê a Herêma Kudistanê, me dirûşmeyeke din hilbijart, ew jî ev bû ”Ji ber nerastî û xerabiya mirovan, me biryar da wek keran bijîn”. Piştî ku rewşa Herêmê baş bû û rewş aram bû me dirûşmeyeke din hilbijart ku ew jî ev bû “Ji niha û pêde divê ker bike û ker bixwe”. Ev dirûşmeya me a hertimî ye û heta niha jî em vê dirûşmeyê bikar tînin.
Omer Kilol:- Eger em bên ser regezperestiyê, em wek Partiya Keran tu cudakariyekê di navbera keran de nakin. Vêca çi kerekê Tirkiyeyê be yan Îranê. Lê belê kerên kurdî cuda ne digel kerên wan. Ji ber ku di serdema têkoşîna gelê me de ker beşdarî gelek çalakiyên giyanfîdayiyê bû. Pirs: Hun di heqê makeran de çi dibêjin? Navê partiya we Partiya Keran e wê demê statuya makeran çi ye li cem we û baweriya we bi yeksaniya ker û makeran heye? Omer Kilol:- Di warê mafê endambûnê de tu cudahiyek tune ye û bi awayekî xwezayî em karên zehmet bi nêrekeran dikin û karên normal û hêsan jî bi makeran dikin. Pirs: Hun ji bo rêbertiya partiya xwe çi navnîşanekê bikar tînin? Omer Kilol:- Me navekê taybet heye ji bo sekreteriya partiya xwe ew jî “Xan”e ku cihê rêberên Partiya Keran e. Her wiha bi wî cihî jî tê naskirin ku hemû pêwîstiyên Xan tê de heye. Yükleniyor...
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|