Îro li Tirkiye gelek nîjadperestên tirk ji ber "biryara fransayê ya bo komkujiya ermeniyan" êdî bi fransayê re radibin û bi fransayê re rûdinin.
Li şûna ku wê lêborîna xwe ji gelê ermenî bixwazin, bi rengên ecêb û derewîn ve li dijî Fransayê derdikevin.
Lê tişta balkêş hin nîjadperestên tirk behsa hin tiştan dikin ku ew bixwe jî nizanin bê behsa çi dikin.
Hin hunermend(!) û medyaya tirk vê nîjadperestiya tirk ji xwe re heta dawiyê bikartînin.
Nûkurd niha dîmenek ecêb ji vê komediyê tîne ber çavên we.
Stranbêjê tirk Nîhat Dogan di Twîtterê de ji xwe re wisa "davêje", "Ez bang li Şaredarê Beyoglu(stenbol) dikim ku bila navê kolana Fransî zûka biguherîne û bixe Kolana Cezayîr..."
Şaredarê Beyoglu jî şaş dimîne, di cih de bersiv dide Doganî û wiha dibêje, "Ew kolana ku tu behs dikî jixwe navê wê "Kolana Cezayîr e", ew kolan tu carî nebûye Fransî. Wê her dem jî Cezayîr bimîne..."
Komedî û trajediyeke wisa encax li Tirkiyê peyda dibe:)