Nivîskarê kurd Amed Çeko Jiyan piştî biryara ROJ TV, ev daxwuyanî weşand.
Amed Çeko Jiyan bi şêwazeke tinazî(îronîk) wiha dibêje:
Hevalno, we daxuyaniya ROJ TVê dît?
Piştî ku rêveberiya ROJ TVê dît "kurd" li ser biryara dadgeha Danîmarkayê wisa kêfxweş bûn, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de wisa tê gotin:
Me careke din dît ku gelê me yê dilsoz û dilsoj ku bi zaravayên kurdî yên wekî kurmancî, soranî, zazakî, hewramî, goranî û lurî dipeyivin, li hemû parçeyên Kurdistanê piştgiriya ROJ TVê kir û li ser biryara dadgeha Danîmarkayê govendeke mezin gerand.
Em jî wekî rêveberiya ROJ TVê biryareke dîrokî radigihînin gelê xwe yê ku herî kêm ji sedî 65ê wî bi tirkî nizane û dibêjin êdî tenê nûçeyên şevê dê bi tirkî bêne weşandin û dê careke din bername mernameyên din bi tirkî neyên çêkirin.
Û di wê dema ku berê bername mernameyên tirkî dihatin çêkirin de, em ê bernameyên bi hewramî, zazakî, goranî, soranî û lurî çêkin.