|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Ev qirûcir û sergêjiya navxweyî li bakur dê bigîhe ku derê?
Bayram Ayaz brayaz@googlemail.com
Bawer im we jî gelek caran ji ruspî û zanayên dorberên xwe, ji mezinên xwe bihîstiye.
Digotin, demê we șev serê xwe da ser balîva xwe, çend deqîqeyan lê bifikirin, gelo we wê rojê çi qenciyê û çi xerabiyê kiriye? Ev gotin dixwazî bi mebesta olî, dixwazî bi rengekî civakî-mirovî hatibin gotin, gotinên xweș û watedar in. Em niștîmanperwerên Kurdistanî jî, her șev demê serê xwe bidin ser baliva xwe, hewce ye ji xwe bipirsin: Îro min ji bo doza milet û welatê xwe çi kir? Min çi tiștê qenc kir, çi șașî û çewtî bi min re çêbû? Vêca di vê pêvejoya hestiyar de, bi taybetî divê em ji xwe bipirsin, gelo min çi karî kir, an çi gotinan got ku zerar û ziyanê da tevgera welatparêz, an feyda xwe giha kurdîniyê û doza Kurdistanê? Gelo me bi kiryarên xwe xizmeta yekrêzîya miletê Kurd û rêkûpêk kirina mala Kurd kir, an zerarê dayê? Bi baweriya me, ev cureyê têgihîștinê divê em ji xwe re bikin pîvan. Karên em bikin û gotinên em bêjin, pêwist e xizmeta yekrêziyê bike, Kurdistanî nêzî hevdu bibin, nelehevî û dijminahiya nav Kurdan kêm bibe, alîkariya pêkanîna gotareka hevbeș ya siyasî bike. Li seranserê Kurdistanê û li derveyê welat li nav revenda Kurdî jî me pêdivî bi gotareke hevbeș û bizaveke di nav xwe de rêz li hevdu bigre heye. Hêviya ku mirov xewna wî nebîne, bicîh nayê! Carna li medyayê bi taybetî li medya civakî dibînim, bi hezaran Kurdhez hêvî û hesreta dewleteka serbixwe ya KURDISTANê bi wêneyan, bi șîroveyan bilêv dikin, li hevdu parve dikin. Helbet ev hêvî û hesret di dilê her Kurd û Kurdistaniyekî dilsoz de heye. Divê Kurd ti carî dest ji vî hêvî û hesreta xwe bernedin! Ev ne tenê hêvî û hesreteke hestîyarî ye, ev mafekî rewa yê miletê Kurd e, ev mafê her Kurdekî ye! Tișta mafekî rewa be, divê mirov dest jê bernede! Bi dest dixe an naxe, kengî dikare bi dest bixe, ew hesabekî din e. Lê metirsiya herî mezin ew e ku mirov dest ji mafekî rewa berde, eger ew maf îro wekî hêvî û „xewnek“ be jî. Hêviya ku mirov xewna wî nebîne, bicîh nayê! Baș e, vê hêviya xwe, vê „xewna“ xwe em dê bi qirûcirên navxweyî bicîh bikin? Qirûcirên navxweyî di nav Kurdan de, li nav refên niștîmanperweran dibe sedemê sergêjiyê. Demê sergêjî dibe serdestê me, em bername û planên dijminên xwe didin aliyekî, doz û daxwazên xwe jibîr dikin, bi hevdu dkevin. Helbet em dizanin siyaset ne wekî van gotinan karekî hêsa ye. Siyaset berhevdan û mixabin carna jî „lihevdana“ ji bo desthilatê ye. Lê….. Gelo em nikarin, di nav xwe de demokrasiyê bicîh bikin û siyasetê li ser bingehê parvekirineke adilane bimeșînin? Pirseka girîng ya bizava niștîmanperwer a bakurê Kurdistanê ev e. Em desthilata dijminên xwe li ser xwe dipejirînin, lê ji hevdu re danaynin û ne adil in! Bi dijminên xwe re hevpeymanan çêdikin, lê ji hevdu re „maksimalist“in. Nukila li serê hevdu didin, hevdu sor dikin. Van demên dawî, ji halê me yê bakurê Kurdistanê ez bixwe gellekî bêzar im. Di nav xwe de diqilqiliim. Ev herdu metirsî (tehlûke) jî di nav me de diqewimin. Hinek ji me, di mijara bernameya dewletê û desthilata siyasî (AKPê) de bi têra xwe ne hestiyar in. Di bin navê rexnekirina PKKê de karên dikin gellek caran mirov diêșîne. Mirov nizane ev cure dijberî dê here di kû derê de derkeve. Dewlet û desthilata AKPê vê kêliyê operasyonên leșkerî û ya ser sivîlan bi tundî dimeșînin û gellekî cad dikin ku di nav Kurdan de jî xirûcir derbixin û nehêlin hêzên nîștîmanperwer yekrêziya xwe bihonin. Ev leyistik așkere ye. Di vê demê de mirov divê berî her tiștî li hesabên dewletê șiyar be. Dorberên PKK/DTK/BDPê jî carna rikaviyên (reaksiyonên) zêde hișk nișan didin, ev jî dibe sedem ku dev avêtin zêde dibe û nakokiyên nav Kurdan gûrtir dibe. Aliyê DTK/BDPê dibêjin ev tiștên dibin planeka dewletê ye. Ev rast e. Wê demê divê mirov agir gûr neke, bitefîne. Ev jî bi siyaseta yekrêziya Kurdan dibe, divê mirov israr bike. Divê em sere xwe zelal bikin. Operasyonên çêdibin planekî dewletê ye. Dewlet vê yekê venașêre û dibêje. Gengeșeyên ku dixwazin di nav hêzên welatparêz de gûr bikin, bi baweriya me, parekî zêde ji van sergêjiyan jî parçeyek ji vê planê ye. Em nabêjin her kesê rexne li PKKê bigre, bîr û hizrên xwe derheqê kar û xebatên wan de binivîse û ișaretê çewtî û kêmasiyên wan bike, hevalbendê dewletê ye. Na, ev ne rast e. Lê, tiștekî divê em bi zelalî bêjin, kî dibe bila bibe, ew kesên ku hêrîșên dewletê, plan û bernameyên dewletê jibîrbikin û bixwazin bala raya giștî bêhtir bikșînin ser PKK/DTK/BDPê, bi raya me ev kes, bi zanatî an bi nezanî, xizmeta wê yekê dikin ku bala raya giștî, çi ya Tirkan çi ya Kurdan ji xwînrêjî û siyaseta bișaftinê (asimilekirinê) dûr dixin. Ev gunehbarî ye, șașiyeke mezin e. Ka em carekî lê bifikirin: Ka komkujiya Robozikê li kû derê ma? Gotina rast dikare cîhê xwe bibîne, eger di demê xwe de û di merc û zûrufên destdayî de were gotin. Em PKKê rexne bikin. PKKê rexne kirin karekî ne tabû ye. Lê dem û merc û zimanê vî karî hewce ye mirov qenc diyar bike. Bi baweriya me ew karên ku vê kêliyê tê kirin, gellekî ji wan ti feyda xwe ji ilackirina derdên tevgera welatparêza bakurê Kurdistanê re nîne! Em hemî divê hinekî li helwestên xwe șiyar bin, derî û șibakên mala Kurd li ber leyistikên dijmin bigrin, nehêlin bi me bilîzin. Gotina dawî: ev dem, bi taybetî demê nirxandinên (analizên) navdagirtî ye û divê em baweriyê bidin hevdu. Bi destê dewleta Tirk têkdana PKK/DTK/BDPê ti feyda xwe ji doza gelê Kurd û Kurdistanê re tune. Her Kurdekî dilsoz divê bala xwe bêhtir bide ser imkan û rê û șêweyên gorîna (transformation) siyasetê û partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê. Bakurê Kurdistanê divê bi rewșa siyasî ya global û herêmî re guncav (lihevhatî) „maqasa xwe siyasî“ bigûhere, xwe ji vê re amade bike. Werin em hêz û șiyana xwe ya hizrî û rewșenbîrî bêhtir di vî warî de gûr bikin, ser vê mijarê konsantre bibin. Yükleniyor...
Yorumlar yüklenirken lütfen bekleyiniz...
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|