|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Dr. Îbrahîm Yunisî ( 1921- 04. 02. 2012 )
Kakşar Oremar kaksharoremar@gmail.com
Gotineke wî derheqa dîroka Kurdan da hê jî reng û rûyê xwe wenda nekiriye:” Ger ji min bipirsî ka Kurdan çi kirin, yê bêjim: şoreş kirin, şer kirin, li hev xiyanet kirin, rastî şikestê hatin û hatine kuştin. Mogol çûn, lê Tirk û Ereb hene daku bikujin û bişewtînin. Erê Kurdistan erdê sorpêstên Rojhilata Navîn e, lê sorpêstên ku bi hev re yek nînin û xiyanetê li hev dikin...”
Dema min di ROJ TV da bernama “Navdarên Kurd” amade dikir, pir li ber geriyam ku wî navdarê mezin bikeme mêvanê bernama xwe. Ew li Îranê û ez jî li Ewropa bûm. Lê dawiyê min rêyek peyda kir. Bi rêya hevalekî xwe yê Kurdperwer (B. E) min pirsên xwe jê re şandin û wî jî bi dilekî vekirî bersiva pirsên min da. Carekê bi rêya telefonê ez li ser proja xwe pê re axivîm û bersiva wî jî ev bû:” Eger hûn ji aliyê din yê dinê bo karekî wiha pîroz li deriyê min dixin, ez him spasdarê we me û hem jî karê we teqdîr dikim. Çimkî li başûr TVyên Kurda pir in, lê tevî ku ew nêzî me ne û tim jî di hatin-çûyînê da ne, heta rojekê jî ji min nepirsîne: “navê te çiye!”. Xuyaye hûn xwedî televizyoneke netewî ne. Ez zêde ji axaftina li ser xwe hez nakim, lê yê bersiva hemû pirsên te bidim...”. “B. E” bi kamera û ekîpekê re çû xizmeta wî û sala 2007an yekemîn car bû ku ekrana ROJ TV bi dîmenên nivîskar û rewşenbîrekî wiha mezin re xemilî. Dema bername hate belav kirin, bi peyameke ji dil spasiyên xwe ji kanala me dabû diyarkirin. Qedirnas û şîrhelal bû. Gotineke wî qet ji bîra min naçe:” Ez dixwazim bi karê ku dikim, pesna min bê dayîn, ji durûtiyê hez nakim”. Ji wan kesan nebû yên ku tenê bi dirûşman dijîn. Xwedî îrade û ji her tiştekî girîngtir jî bi xwe re semîmî û rûrast bû. Dr. Îbrahîm Yunisî ji malbateke naskirî a bajarê Bane bû. Lê ew ji ber bîr û ramanên xwe yên siyasî salên dirêj di girtîgehê da mabû. Di girtîgehê da xwe hînî zimanên Ingilîzî û Firansî kir û bi vê re berhemên nivîskarên mezin yên cihanê wergerandin ser zimanê Farsî. Me nivîskarekî mezin yê weke Çarles Dickens(1812-1870) bêtir bi rêya Îbrahîm Yunisî nas kir. Ew salên destpêka ciwaniya xwe ji efserên hizba Tudeya Îranê bû û ji bona wê jî xweştirîn salên jiyana wî di girtîgehên rejîma Pehlewî da derbas bûn.
Dr. Yunisî îmaneke mezin û kûr bi xebat û çalakiyên çandî-civakî di nava Kurda da hebû. Ew ne tenê li Îran û Kurdistanê, belkî di nava cîhana rewşenbîrên dinê de jî navekî naskirî bû. Heya niha zêdetir ji 90 berhemên wî hatine weşandin ku ji wan 11 pirtûk wî bixwe nivîsandine û yên din jî tev wergerin. Ew di wê baweriyê de bû ku divê berhemên wan nivîskaran bên wergerandin yên ku karekî bêmirin kirine û dikarin ji civakê re bi feyde bin. Karnameya nivîskarî û karê wergerandinên mamosta Îbrahîm Yunisî pir dewlemend e. Wî di hemû qadên zimannasî û edebiyat, roman û destan, dîrok, siyaset û wergêrandina berhemên edebî-dîrokî da karên giranbuha kirine. Pirtûka wî ya bi navê” Hunerê dastannivîsî” anku:” hunera çîrok nivîsandinê” ku di sala 1962an bi zimanê Farsî hatiye nivîsandin, heya niha jî mîna çavkaniyek girîng tê hesibandin û heşt caran ji nû ve hatiye çapkirin. Dr. Yunisî sala 2003an pirtûka bi navê “ Zivistana bê bihar” jî daye weşandin ku bîranînên wî ji çaxê zarotî heya derketina ji girtîgeha rejîma Pehlewî ne. Du pirtûkên wî: Siyaseta Amirîka li hemberî Kurda û Şerên Balkan” hê jî nehatine weşandin. Mamosta Îbrahîm Yunisî hem siyasetmedar, hem nivîskar û hem di warê dîroknasiya Kurdan de xwedî nêrînên xwe yên taybetî bû. Herşend wî bi zimanê xwe yê zikmakî nedinivîsî, lê di warê nasandina dîroka Kurd û Kurdistanê de berhemên giranbiha û bêmirin wergerandine ser zimanê Farsî. Ew hertim, di temenê kaliyê de jî bi şev û roj û bêrawestan, bi îrade û evîneke mezin mijûlî karê nivîsandin û wergeriyê bû. Di destpêka salên şoreşa gelên Îranê ew wek waliyê wilayeta Kurdistanê(Sine) hate wezîfedarkirin, lê zû bi armancên komara îslamî hesiya û xwe ji wî karê han dûr kir. Wî nexwest li hemberî doza gelê xwe bisekine û wek kesekî xayîn an jî xwefiroş bê binav kirin. Dr. Îbrahîm Yunisî ku di sala 1921ê zaynî da li bajarê Banê li Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê, roja 04.02.2012an li pey nexweşiyeke giran çû rehmetê. Tevî ku nekarî bi rihetî li welatê xwe bijî, lê wesiyeta wî ew bû ku li bajarê wî Bane bê veşartin. Di merasimeke taybetî de ew li Banê ket nav dilê axa Kurdistanê. Yükleniyor...
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|