|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
"Dema we dît zarok li kolanan bi Tirkî dilîzin, wê demê rewşa zimanê Kurdî di metirsiyê de ye!"
NÛKURD - Sosyolog Îsmaîl Beşîkçî ku bi xebatên xwe yên derbarê Kurdan de tê naskirin û ji ber vê xebata xwe gelek bedelên giran dane, bal kişand ser girîngiya ziman û got: ‘’Ger zarok zimanê xwe ji bîr bikin wê demê polîtîkaya asîmîlasyonê bi ser ketiye. Dema hûn li Diyarbekir, Êlih, Riha, Bedlîs, Wan û bajarên din geriyan û we dît zarok li kolanan bi Tirkî dilîzin û diaxifin wê demê rewşa Kurdî di metirsiyê de ye.’’
Sosyolog û Nivîskar Îsmaîl Beşkîkçî, derbarê pêşveçûnên dawî, helwesta hikûmeta AKPê, rewşa Serokê PKKê Abdullah Ocalan û zimanê Kurdî de nerînên xwe ji DÎHA-yê re parvekirin. Beşîkçî, diyar kir ku rewşa gelê Kurd û pirsaa Kurd li gorî 40-50 sal berê gelek baş e û wiha axifî: "Niha rewş baş e. Lê dema em li bedelên ku hatine dan dinêrin, wê demê bidestxistin pir hindik û kêm e.’’
Beşîkçî, da xwiyakirin ku piştî şerê cîhanê yê yekemîn, di serdema Cemiyeta Akvam-Milletler de ku sala 1920an hat avakirin, Kurd û Kurdistan hat perçekirin û parvekirin û wiha pêde çû: "Evna polîtîkaya hêzên emperyalîst bû. Brîtanyaya mezin û Fransa, li Rojhilata Navîn ligel Tirk, Ereb û Farsan hevkarî kir û Kurdistan di nav xwe de parve kirin. Di vê serdemê de Yekîtiya Sovyet jî li dijî Kurdan bû. Hemû ji bo barjewendiyên xwe nêzîkî herême dibûn."
'Kurdistan di nava xwe de parvekirin'
Beşîkçî, da zanîn ku di bingehê berjewendiyan de petrol û Kerkuk hebû lewra Brîtanya xwest hemû çavkaniyên petrolê desteser bike û got: ‘’Ji ber Kemalîstan jî dixwest herêmê bidest bixin di navbera Brîtanya û Kemalîstan de nakokî çêbûn û nakokiyên xwe bi parvekirina Kerkûk û Mûsilê çareser kirin û Kurdistan di nava xwe de perçe kirine. Neteweyên Yekbûyî jî li hemberî vê rewşa Kurdan çav û guhê xwe girt û bêdeng ma.’’
Beşîkçî, bal kişand ser tekoşina neteweyên din û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: "Tekoşîna Rizgariya Neteweyî ya Cezayirê 6-7 sal, Têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya Vîetnamê 6-7 sal, li Efrîqayê dagirkeriya Portekîzan, li Gine Bissauyê, Angola û Mozambikê 2-3 çar salan têkoşîna wan berdewam kiriye. Di salên 1920an de şerê di navbera Tirk û Yunan de 3 salan berdewam kiriye. Lê Tekoşîna gelê Kurd tam 27 sal in berdewam e. Herwiha berî vê tekoşînê jî tekoşîna gelê Kurd hebû.”
‘Divê berî her tiştî azadiya ramanê pêş bikeve’
Sosyolog Beşîkçî, tekez kir ku divê berî her tiştî bingeha pirsê zelal bibe û wiha berdewam kir: "Pêwist e ji bo çareseriya pirsê analîz baş bên kirin. Dema em li vê yekê dinerin em dibînin ku astengiya herî mezin astengiya li pêşiya azadiya ramanê ye. Lewra divê berî her tiştî azadiya raman û xwe îfadekirinê pêş bikeve û hemû astengî rabin. Lê polîtîkya dewletê asîmîlasyon e. Dixwaze pirsê di nav demê de birizîne. Diwaze her tim Kurdan di nav bendewariyê de bihêle û wan bê hêvî bihêle. Divê Kurd dijî van polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê û bêhêvî hiştinê pir hişyar bin."
'Zimanê ku zarok pê diaxifin pir girîng e'
Beşîkçî, bal kişand ser girîngiya ziman û got, ger zarok zimanê xwe ji bîr bikin wê demê polîtîkaya bişaftinê bi ser ketiye û domand: ‘’Dema hûn li Diyarbekir, Êlih, Riha, Bedlîs, Wan û bajarên din geriyan û we dît zarok li kolanan bi Tirkî dilîzin û diaxifin wê demê rewşa Kurdî di metirsiyê de ye.’’
'Divê şandeke şêwirmendiyê biçe Îmralî'
Beşîkçî, qala hevdîtinên ligel Serokê PKKê Abdullah Ocalan jî kir û wiha axifî: "Hevdîtina hikûmetê û dewletê ya bi Ocalan re pêşketineke baş e. Lê divê hevdîtinê de gelek mijarên nayên zanîn hene. Dewlet û hikûmet wek şandekê bi Ocalan re hevdîtinê pêk tînin. Di şandê de çend kes hene, kî hene nayê zanîn. Lê Ocalan bi tena serê xwe ye. Şand dema bi Ocalan re hevdîtinê pêk tîne di nava xwe de dişêwirin. Lê Ocalan kesekî bi wan bişêwire tune. Divê Ocalan jî bikaribe bi hinek kesan re hevdîtinê pêk bîne. Herwiha divê şandeke ku Ocalan karibe bi wan bişêwire here Îmralî. Divê şert û mercên wî bên başkirin û derfetên wî zêde bibin. "
'Divê statuyê bidin Kurdan'
Sosyolog Îsmaîl Beşîkçî, diyar kir ku Xweseriya Demokratîk baş nayê famkirin û li go daxwazên vê projeyê hewldan nînin: ‘’Divê statuya Kurdan bê naskirin. Projeya Xweseriya Demokratîk di 18-19ê Kanûna 2010an de li Diyarbekirê di komxebata KCDê de hat eşkerekirin. Lê nivîskarên Tirk gotin ev projeya cudabûnê ye. Ocalan jî BDP û KCD rexne kir û got we proje baş venegotiye. Diva bû li dijî rexneyên nivîskarê Tirk proje baş bihata parastin û vegotin. Lê di vî alî de qelsi çêbû."
Beşîkçî, di cîhanê de gelek mînak dan û xwest ji bo çareseriya pirsa Kurd modelên cîhanê li ber çav bên wergirtin û ji Kurdan xwest di hilbijartinê de tifaqa xwe xurt bikin û bibin yek. Beşîkçî, da zanîn ku ger hikûmeta AKPê li herêmê bi ser bikeve ji bo çareseriyê tu gavan navêje û axaftina xwe wiha qedand: "Ger hikûmeta AKPê li herêmê bi ser ser bikeve, dê li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd bibe asteng. Tu nêta hikûmeta AKPê ya pirsgirêkê çareser bike tune. Dixwaze her tim pirsê di nava demê de birizîne û li gorî berjewendiyên xwe pirsê çareser bike."
Yükleniyor...
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|