Wek hersal, kurdên êzîdî, cejna çileyê zivistanê pîroz dikin.
Şîretkarê civata êzîdiyan, Kerîm Silêman, ji AKnewsê re got, cejna çileyê zivistanê li peresgeha êzîdiyan, Laleşê de tê pîrozkirin û di vê cejnê de, dîndar û zanayên êzîdî kom dibin.
Silêman, diyar kir, duh êvarê cejna çile bû û beyt û sebeq û qewlên olî li Laleşê hat g itin û îro danê sibê jî, li Laleşê tewaf hat kirin.
Şîretkerê civata êzîdî, da zanîn, cejna han tenê rojekê didome û wiha anî ziman, hinek dînarên êzîdî hene ku jê re dibêjin “çilgir” yan çil rojiyan digirin, helbet rojîgirtina zivistanê ne ferze e lê kê bixwaze dikare bigire.
Kerîm Silêman, got, tenê merasimên cejnê li peresgehan tê sazkirin, li malan de nayê kirin.