Hunermendê kurd yê navdar Şivan Perwer îro bû 57 salî.
Perwer di 23ê Kanûna sala 1955an de li gundê Sorî -ku li ser Siwêrekê ye û dikeve nêvbera Amed û Rihayê- hatiye dinyayê.
Şivan Perwer hê jî wekî efsaneyekê ye û hê jî her tiştî wî tê nîqaşkirin.
Ew bi mûzîk û stranên xwe ve, bi huner û daxwuyaniyên xwe ve, bi bûyer û rûdanên xwe ve, bi rexne û bersivên xwe ve, her dem li ser rojeva civaka kurd e.
Ew ji hêla bi mîlyonan kesî ve tê hezkirin, helbet ew gelek caran tê rexnekirin jî!
Lê îro rojbûna Şivan e.
Hunermendê kurd Şivan Perwer îro saleke din jî li dû xwe hişt û bû 57 salî.
Nûkurd rojbûna Şivan Perwer jidil pîroz dike û dibêje, "Tu her bijî Şivanooooo, xwedê te bike hezar salî!"