Erkan Elçîçek ê ku li Sêrtê masîgiriyê dike, di Çemê Botanê de masiyek 110 kîloyî girt.
Elçîçek diyar kir ku masiyê ku li Çemê Botanê bi hevalên xwe re girtine, sê kesan bi zorê hilgirtine. Elçîçek got ku di girtin û derxistina masiyê de çetinahî kişandine.
Elçîçek derbirî ku masiyê ku girtine 110 kîlo avêtiye û diyar kir ku di salên borî de masiyên wiha pir mezin di Çemê Botanê de hê zêdetir bûne.
Elçîçek got: “Me masî firot otelek li Mêrsînê. Li Sêrtê piştî ku me hundirê masiyê paqij kira, herî zêde me kîloya goştê masiyê bi 15 lîreyî difirot. Lê me masî bi tevayî bi hezar û 250 lîreyî firot. Bi vî awayî ji bo çend mehan debara me sê hevalan hate cî."