Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr mala xwe ji malbateke erdhejzede ya Wanê re vekir.
Baydemîr bi malbatê re hat cem hev û bang li hemû Amediyan kir ku piştgirî bidin vê kampanyayê!
Osman Baydemîr bi vê helwesta xwe ve ket dilê hemû Kurdistaniyan.
Loma Nûkurd dibêje "Her bijî Osman Baydemîr! Her bijîîî..."
Lê niha banga Nûkurdê li Serokwezîrê Tirk Erdogan e, "Birêz Erdogan, de tu jî bi awayeke sembolîk be jî mala xwe ji malbateke erdhejzede re veke. De tu jî bi helwesta xwe ve riya wekhevî û biratiyê nîşanî hemû civaka kurd û tirk bike. De tu jî sibe helwesta Osman Baydemîr ji xwe re mînak bigire... Da ku em ji te re jî bêjin her bijî..."
Nûkurd niha jî çend dîmen ji helwesta Osman Baydemîr tîne ber ekranên we: