Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Barack Obama piştgiriya welatê xwe bo şoreşên li welatên erebî nîşan da û ragihand ku rojên rejîma Beşar Esed di desthilatê de kêm mane.
Straneke nû li ser dîktatoriya Beşar Esad! (VÎDYO)
Obama di gotara xwe ya her sal de, îro, got, “Ji rejîma Beşar Esed re diyar dibe ku hêzên guhartinê li Rojhilata Navîn paşve nakişin û kes nikare heta serî xelkê ji rêz û şikodariyê bêpar bike.”
Obama amaje bi çarenûsa Muamer Qezafî li Lîbya kir û wiha da zanîn, “Qezafî di nav dîktatorên ereb de, dema herî dirêj di desthilatê de ma, lê rejîma wî di çend mehan de hilweşiya.”
Obama axaftina xwe wiha domand, “Rojên kêm ji temenê rejîma Sûriyê re maye û dinya êdî gihiştiye wê baweriyê ku rejîmên dîktator berdewam nabin.” Karîkatûrek ecêb: Beşar Esad çi dike?