Hate ragihandin ku teqîn li ber Dibistana Hesen el Hekîm a li taxa Mîdan a dîrokê ya Şamê pêk hat. Ji ber nimêja înê, li wê derê qelebalixek zêde hebû. Li gorî nûçeya televîzyona dewletê herî kêm 25 kes mirin û 46 kes jî birîndar bûn. Tê diyarkirin ku piraniya wan sivîl in.
Li gorî agahiyên pêşî, teqîn di encama êrişa xwekujî de pêk hatiye. Televîzyona dewletê da diyarkirin ku armanca teqînê şêniyên bajêr bû û dîmenên termên parçebûyî û wesayîtan nîşan da.
ÇAVDÊRÊN EREBAN LÊKOLÎN DIKIN
Li gorî televîzyona Dunya ku çapemeniya Rojava wê weke kanala nêzî hikûmetê nîşan dide, çavdêrên Komkara Ereban li cihê bûyerê lêkolîn pêk anîn, lê heta niha tu daxuyanî nedane.
Ev êriş di dema lêkolînên koma çavdêrên Komakara Ereb de pêk hat. Artêşa Azadiya Sûriyeyê ya ku li Tirkiyeyê perwerde dibîne, di daxuyaniya duh dayî de bang li çavdêrên Komkara Eraban kiribûn ku ji Sûriyeyê der bikevin. Ji bo Sûriye destûrê bide çavdêrên Komkara Ereban, welatên Rojava zextê li Şamê dikirin, lê welatên Rojava ji serdana çavdêrên Komkara Ereban ne rehet e.
Dema Komkara Ereban di 23’ê kanûnê de koma çavdêran şande Şamê, teqînek bi vî rengî li Şamê pk hat û herî kêm 44 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 150 kes jî birîndar bibûn.
Her wiha, ajansa nûçeya a fermî Sanayê ragihandin ku di lûlleya xeta petrolê ya di navbera bajarên Hema û Îdlibê de teqiyaye, lê agahiyên berdireh neda.
NEZELALIYA AGAHIYAN
Ji meha adara 2011’ê ve li Sûriyeyê xwepêşandan hene. NY diyar dike ku heta niha 5 hezar kes hatine kuştin. Çapemeniya Rojava tenê Mala Çavdêriya Mafê Mirovan a girêdayî Birayên Misilman ku navenda wê li Londonê ye, weke çavkanî digire. Agahiyên li welêt bi rêya vê rêxistinê li cîhanê belav dibin.
Agahiyên ku çavkaniyên NY û ev Mala Çavdêriyê didin, qet ji hev du nagirtin. Gelek çavkaniyên li Sûriyeyê didin diyarkirin ku gelek kesên hatine kuştin alîgirên Beşar Esad in.