Vê sibehê li paytextê Şamê yê Sûriyeyê generalekî leşkerî rastî êrîşa çekdarî hat û mir.
Li gorî malpera fermî ya Sûrî Sana’yê, “komek ya terorîstan” vê sibehê generalê tugayê û heman demê de midûrê Nexweşxaneya Hamiş ya Leşkerî Îsa El Hawlî li ber mala xwe ya taxa Rûkneddîn ya bakûrê rojavayê Şamê hate kuştin.
Hat ragihandin ku, generalê ji aliyê 3 kesên kemîn li pêşî danîn û kuştîn xwediyê dîplomaya Romatolojî bû, her wiha xwediyê çar zarokan bû. Heya niha daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Ji bûyerên ku Adara 2011’an destpê kirî heya niha cara yekem e generalek di nava kolanê de tê kuştin.