Jimara kesên li Ewropayê di encama sermayê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 220’ê. Bi taybet mirin herî zêde li Ûkrayna û Polonyayê diqewimin. Bi taybet Rojhilatê Ewropa di bin bandora berfa dijwar de maye.
ÛKRAYNA: Wezareta Ûkraynî di daxuyaniya daye de ragihand ku di navbera 27 çile û 3’ê sibatê de 101 kes jiyana xwe ji dest dane, ji vana 11 li nexweşxaneyê, 64 li kolanan, 26 kes jî li malên xwe jiyana xwe ji dest dane. Wezaretê ragihand ku dê pileya germahiyê bi şev dabikeve -25 û -30°C, rojê jî -16°C û -21°C be.
POLONYA: Li rojhilatê başûrê welêt pileya germahiyê -35°C daket, din ava 24 dejimêrên dawiyê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Din ava 8 rojan de jî 37 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di zivistana sala par de 212 kesan li Polonyaykê jiyana xwe ji dest dabûn.
RÛSYA: Pileya germahiyê li paytext Moskowê -25°C e, li rojhilatê Sîbiryayê -50°C ye. Li gorî agahiyên Wezareta Tenduristiyê dane ji 1’ê çile ve 64 kes li welêt jiyana xwe ji dest dane.
ROMANYA: Wezareta Tenduristiyê ragihand ku du kesên din jiyana xwe ji dest dane. Ji 29’ê çile heta îro 24 kes jiyana xwe ji dest dan. Li 29 herêmên Romanyayê 380 dibistan hatin girtin.
BÛLGARÎSTAN: Çapemeniyê ragihand ku 6 kesên din ên temenê wan di navbera 52û 66 jiyana xwe ji dest dan û bi giştî jimara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 16. Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane hejar in û rêya gelek gundan hatiye girtin.
KOMARA ÇEKÊ: Li herêma Sûmava ya li rojhilatê başûrê welêt pileya germahiyê daket -38,1°C. Li welêt 6 kesan jiyana xwe ji dest dan..
SLOVAKYA: Li vî welatî jî kesek din ji serma jiyana xwe ji dest da. Bi vî awayî jimara miriyan gehişt 3’yê. Li hin deverên welêt pileya germahiyê –28 pile ye. Bi hezaran kes bê av mane.
FRANSE: Bi rojname her der li vî welatî qerisiye û îro jî berfek dijwar barî. Hikûmetê xwest ku cihên stargehan her tim vekirî bimînin. Li hin deverên welêt ceyran qût bûye.
ALMANYA:Li paytext Berlînê pileya germahiyê -15 pile daket. Li Berlîn û Hamburga li bakûrê wê di bin berfeke dijwar de man.
QIRALYETA YEKGIRTÎ: Pileya germahiyê li Buchkinghashire a li başûrê Îngilîstanê daket -11’yê. Cara yekemîn e ku rêveberiya meterolojiya herêmê li alarma sermayê dixe û ji bo nexweş û pîr û kalan hişyarî da.
ÎTALYA: Li paytext Romayê jî berf barî. Li Alpên li herêma rojavayê bakûrê welêt pileya germahiyê -30 pile daket. Ji 29’ê çile ve 3 kes ji serma jiyana xwe ji dest dane.
HOLLANDA: Sermayê bandoreke dijwar li vî welatî jî kiriye. Ji ber barîna berfa îro danê sibê dest pê kir, paytext Amsterdam di bin berfê de ma.