Serowezîrê Cezayîrê Ahmet Ûyahya piştî civîna partiya xwe ya Konseya Neteweyî, daxuyaniyek da çapemeniyê û got; “Em bang li dostên xwe (tirk) dikin ku dest ji bazirganiya mêtîngerkirina Cezayîrê berdin.
Ûyahya, “Mafê tu kesekî tune ye ku li ser xwîna cezayîriyan bazirganiyê bike.”
Li rexmê hemû gefên aborî û dîplomatîk ên Tirkiyeyê, Parlementoya Frensî di 22’ê berfanbarê de Pêşnûmeya Zagonê ya ku înkara Qirkirina Ermeniyan suc dibîne, pesend kir.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 23’ê berfanbarê de got; “Bi salên 1945’an re ji sedan 15 şêniya Cezayîrê, bi komkujiya Frensiyan çûn. Ev qirkirin bû. Cezayîrî bi awayekî komî, di firûnan de hatin şewitandin. Ger Serokomarê Frensê birêz Sarkozy vê qirkirinê nizane, bila biçe ji bavê xwe Sarkozy bipirse. Bavê wî di salên 1940’an de di lejyona Frensî de li Cezayîrê leşkerî dikir. Ez bawer im dê der heqê komkujiyan de gelek wî heye ku ji kurê xwe Sarkozy re bibêje."
Serokkomarê Frenseyê Nicolos Sarkozy di heman rojê de bersiv da bertekên tund ên Erdogan û û got: “Ez rêzê nîşanî nêrînên dostên me yên tirk didim, welatek mezin û şaristaniyek mezin e, divê ew jî ji nêrînên me re rêzdar bin. Sarkozy, di vî warî de wiha dirêjahî da axaftina xwe: “Frensa dersê nade tu kesî, lê ji tu kesî jî dersê naxwaze”. Sarkozy desnîşan kir ku Frensa bi serweriya xwe polîtîkayên xwe diyar dike. Sarkozy, bi lêv kir ku divê di bin hemû şert û mercan de xwînsarî û aramî bê parastin.
Di heman rojê de bavê Sarkozy, Pal Sarkozy bersiv da Erdogan û got; “Ez tu carî neçûme Cezayîrê. Ji Frensayê wêdetir neçûme.”
Bi awayeke fermî piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn li Cezayîrê 1500 kes mirin. Dîsa wek fermî di 8’ê Gulana 1995’an de li Setîfê 103 kes mirin. Lê belê dîroknas Benjamîn Stora dibêje ku di navbera 20-30 hezar mirov hingê li Cezayîrê jiyana xwe ji dest dane. Partiya Gel a Cezayîrê jî texmîn dike ku di vî şerî de 45 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Cezayîra ku wê demê parêzgeheke Frensayê bû, şêniya wê 7 mîlyon bû.
Di çarçoveya pêşniyarmaneya ku ji aliyê parlamentera partiya desthilatiyê UMP'ê Valérie Boyer ve hatiye pêşkeşkirin de kesên Komkujiya Ermeniyan a ji aliyê Frensayê ve di sala 2001'an de hatibû qebûlkirin, înkar dikin wê salek cezayê girtîgehê û 45 Euro cezayê pere bigirin.
Li gel hemû gefên Tirkiyeyê yên dîplomatîk û pêkutiyan pêşnûme di 22'yê Kanûna 2011'an de li parlamentoya Fransayê hatibû qebulkirin. Tê ragihandin ku beriya deng dayîna di 10'ê çile de Tirkiye wê sersefirê xwe yê Fransayê Tahsîn Burcuoglû ku piştî erêkirina pêşnûmeyê paşve kişandibû, dîsa bişîne Parîsê.