Rêberê rêxistina El Qaîdeyê Eymen ez Zewahirî ragihand ku ew piştgirî didin muxalîfên Sûriyeyê û bang li mûxalîfan kirin ku qîma xwe ne bi Rojava, ne welatên Ereb û ne jî bi Tirkiyeyê neynin.
Li gorî daxuyaniya ku îro di malperên înternetê de hate weşandin, Rêberê rêxistina El Qaîdeyê Eymen ez Zewahirî di vîdeoya bi sernavê “Herne pêş şêrên Sûriyeyê!” de diyar kir ku ji bo “ji rejîma bi pençêşêrê rizgar bibin, mafê wan heye ku hemû rêbazan bi kar bînin.”
Zewahirî xwest ku muxalîfên Esad qîma xwe bi Rojava, Amerîka, hikûmetên Ereb û Tirkiyeyê neyne. Zewahirî got; “Birayên me yên li Sûriyeyê, qîma xwe ne bi Rojava, ne bi Amerîka û ne jî bi hikûmetên Ereb û Tirkiyeyê neynin. Jixwe li hemberî we plan amade kirine, hûn dizanin.”
Zewahirî bang li misilmanên li Tirkiye, Iraq, Libnan û Urdinê kir ku piştgirî bidin muxalîfên Sûriyeyê û got; “Her roja ku diçe xwîn ji birînên Sûriyeyê tê. Tu niyeta rawestînê ya kurê qesab Esad tune ye."
Her wiha Zewarî li hemberî Esad banga çalakiyan kir.