Hêzên ewlekariya Sûriyê û çekdarên alîgirên rejîma Beşar Esed komkujiyek li bajarê Himsê pêk anîn û di encamê de heta niha 337 kes hatine kuştin.
Ajansên dinyayê radigînin ku şeva borî, hêzên artêş û ewlekariya Sûriyê bi tank û topan êriş birine ser taxê Xalidiye li nav Himsê û komkujiyekê derheqê xelkê wê encamdan.
Di encama komkujiyê de, heta niha 337 kes hatine kuştin û 1300 kes jî birîndar bûn.
Nûkurd çend dîmenên trajîk ji komkujiya Beşar Esad li jêr diweşîne: