Vê sibê, kompaniya SyriaTel hate hakerkirin û nameyek li dijî el-Esed bo hemû beşdaran hate şandin.
Li gor nûçeya malpera All4syria belav kiriye, berbanga îro nameyeke SMS bo beşdarên kompaniya gihandinê ya mobîlan SyriaTel hate şandin û deqê ev bû, “Çeteyên Beşar îflas kirin û teqînên wan kifş bûn. Ewê gelê xwe dikuje xayîn e”.
Li gor nûçeyên dema ji beşê xizmetguzariyê hate pirsîn, wan got ku tora wan hatibû hakerkirin û wan ew pirsgirêk çareser kir.