Serokêdewletê Sûriyeyê Beşar Esad diyar kir ku ji ber bûyerên seranserî welat li Suriyê efûya giştî ragihandine.
Li gorî nûçeya televîzyona Sûriyeyê, Serokdewletê Suriyeyê Beşar Esad diyar kir ku ji ber bûyerên li welat wan seranserî welat efûya giştî radigihînin. Li gorî nûçeyê kesên ku ji destpêka bûyerên di 15'yê Adara 2011'an û heta 15'yê Sibata 2012'an tevlî bûyeran bûne dê sûdê ji efûyê bigirin.
Suriyê daxuyandibû ku di destpêka meha çileyê de jî 552 kesên tevlî bûyeran bûne serbest berdane. Berdana girtiyan ji aliyê Yekîtiya Ereban ve jî wekî pêngava mebesta baş hatibû nirxandin.