Li gorî agahiyên ku Nûkurdê wergirtine, albûma stranbêjê navdar Ciwan Haco ya bi navê "Veger" hefteyek dereng ket û di 14'ê Sibatê de derdikeve.
Albûma nû ya ku bi hevkarîya Pelrecords û Sony musikê hatiye amadekirin, dihat plankirin ku 7'ê sibatê de belav bibe, lê ji ber hin astengiyên teknîkî di 14'ê Sibatê de digihîje mûzîkhezên kurd.
Di albûma Vegerê de dîsa gelek stranên xweş yên Ciwan Haco li benda gohdarên wî ne.
Li gorî agahiyên ku Nûkurdê wergirtine, di albûma Vegerê de 11 stran hene û navê wan wiha ye:
1- Maçek
2- Emîna
3- Çavên tê
4- Can
5- Gula Zer
6- Esmer
7- Li şarê jînê
8- Hest
9- Eman dilo
10- Bûkê
11- Rêya min dûr e
Hêjayî gotinê ye ku Ciwan Haco strana "Eman dilo" jî ligel Hûlya Avşarê xwendiye.