Duh 24 Kanûnê Çaremîn festîvala filmên kurdî li bajarê Silêmanyê destpêkir. Festîval li hola tewar e û dê 8 rojan vekêşît.
Festîval ji aliyê rêveberiya hunera sînemayê li silêmanyê ku ser bi wezareta rewşenbîrî û lawan ve ye hatiye sazkirin.
Li gorî agahiyên ku Nûkurdê wergirtine, di festîvalê da xelatê Askî Altun pêşkêşî baştrîn helbijartiyan diket. 45 film ku berhemê filmsazên kurd in li her çar aliyên welat wê bêne nîşandan ku ji wan 8 filmên dirêj, 25 kurtefîlm û 12 jî belgefîlm in.
Di dawiya festîvalê da dê xelat li "derhênerê hilbijartî", "akturîstên keç û kur" her weha "montajê" bê balavkirin.
Hêjayî gotinê ye ku ev festival hersal dihête sazkirin û ev cara çarê ye ku li Silêmaniyê lidardikeve.