Tîpa mîtra ya şanogeriyê li Zaxoyê, doh şev şanoya bi navê ‘’avabûna stêra mizgînîyê ya helatina rojê ye’’ li hola rêveberiya rewşenbîrî û hunerî li Zaxoyê pêşkêş kir.
Şano behsa jiyan û xebata çalakvanê kurd li Îranê ‘’Ferzad kemanger’’ dikir.
Şano ji aliyê Kawar Kerem ve hatibû nivîsandin, her wiha ji bo şanoyê fikir û boçûnên hevalbendên Kemangerî jî hatine wergirtin.
Ravo Şerîf lîstîkvanê sereke bû di şanoyê de ku ku Ferzad Kemanger temsîl dikir.
Ferzad kemanger çalakvanê mafê mirovan li Rojhilatê Kurdistanê bû ku bi gumana hebûna têkiliyê li gel çekdarên PJAKê ji aliyê rejîma Îranê ve hate zîndanî kirin û dû re hatibû bidarvekirin.