Sopranoya kurd Mizgîn Tahir ku niha li Akademiya Cegerxwîn mamostetiya operayê dike, bal kişand ku ji bo kurdan orkestrayeke neteweyî şert e û ew ê di 1’ê adarê de serlêdanên ji bo orkestraya neteweyî bidin destpêkirin.
Sopranoya kurd Mizgîn Tahir ku ji binxetê ye û ev demek e li Akademiya Cegerxwîn a Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê mamostetî dike, derbarê xebat û muzîka xwe de ji AKnewsê re axivî. Tahir, bal kişand ku ew ji malbateke muzîkjen de hatiye dinyayê û ji ber vê yekê çavê xwe bi hunerê vekiriye û wiha got: “Ez di civakeke hunerî de bûm. Bav û birayê min muzîkjen û dengbêj bûn. Min geh wêne çêdikirin, geh peyker çêdikirin. Lê muzîk di jiyana min de wisa bêhemdî derbasî hundirê min bû. Hem dengbêjiyê pir bala min kişand. Dengbêjî hunereke pir xweş, bi qîmet, wilo giranbuha bû, lê ne di nava muzîka cîhanê de bû. Ji ber vê yekê min xwest, ez çilo dikarim dengbêjiyê, meqam, çîrok û destanên kurdî çilo bikim akademîk. Ji ber vê yekê min biryar da biçim akademiya deng bixwînim. Ez çûm, min opera xwend.”
‘Amedî pêşî matmayî man piştre hîn bûn’
Mizgîn Tahir, bi bîr xist ku di konsera wê ya operayê ku di 2007an de li Şanogeha Anfiyê ya Diyarbekirê da, gelek kes matmayî mane û wiha behsa vê konserê kir: “Di mîhrîcana li Amedê de min cara ewil opera kir. Pir bala kurdan kişand. Hem bala wan kişand, hem mat man. Pirs di serê wan de çêbûn. Gelo ev çi ye? Pir kêfa wan jî nehat, pir aciz jî nebûn. Tenê hema bal kişand. Xwesteka min ew bû ku bal bikişînim. Ku bal bê kişandin, pirs û lêkolîn êdî dest pê dikin. Armanca min ew bû ku bigihijim vê meseleyê û hin kes pirsan ji xwe bikin. Piştre min xwest hinekî bihêlim ku miletê min li operayê guhdarî bike. Ji ber vê yekê min albûmek çêkir. Min albûma xwe ya Lorîka Adîloş derxist.”
Orkestraya neteweyî ya kurd tê avakirin
Soprano Mizgîn Tahir, destnîşan kir ku di Akademiya Cegerxwîn de dayîna dersên operayê ew pir şad û bextewar kiriye û destnîşan kir ku ew ê vê ked û şanaziyê bi xebateke girîng tacdar bikin. Tahir, mizgîniya avakirina orkestraya neteweyî ya kurd da û wiha got: “Êdî hewcedarî bi vê yekê heye ku orkestraya neteweyî ya kurdî damezre. Ji 1ê adarê em ê dest bi wergirtina serlêdanan bikin. Em ê bi Orkestraya Odeyê dest pê bikin. Armanca me ew e ku ful-orkestra ava bibe. Ji bo vê yekê divê em bi 150 kesî dest bi orkestrayê bikin. Lê dawiyê digihije çiqasî ne diyar e, deriyê orkestrayê vekiriye. Heta ku bigihije ful-orkestrayê, em ê bixebitin. Em bi hêvî ne ku muzîkjenên baş serî li me bidin.”