Navenda Çand a MEDa ku ji sala 1996'an vir ve li bajarê Basel a Swîçreyê xebatên xwe yên civakî û çandî dimeşînin, ji bo damezirandina Meclîsa Çand û Huner a Swîçreyê dest birin xwe.
Navenda Çand a MED bi armanca avakirina meclîsê dê îro seat di 11:00'an de li navnîşana St. Jakob-Strasse 170, 4132 Mûttenzê konferansekê pêk bînin. Dîsa îro dê vekirina Navend a Çanda MED'ê ji nû ve were kirin.
Navenda Çand a MED ji bo tevlîbûna konferansê bang li hemû hunermend, rewşenbîr, muzîkvan, kom û lîstikvanên ku ked dane kir. Rêveberên MED'ê diyar kirin ku armanca wan bi meclîsa ku dê were avakirin pêşxistina çanda Kurda ye û ji bo ku li hember komkujiya çandî çanda Kurda bi pêş bixin bang li hemû derdoran kirin.