Li Zaxoyê roja pêncşemê ya 22'ê Kanûnê li hola rewşenbîrî û hunerî ya Zaxoyê Festîvala Hesen Cizîrî lidardikeve.
Festîvala hunermendê mezin Hesen Cizîrî bi tevlêbûna Tîpa Duhok ya Mûzîkê, Tîpa Roj ya Zaxoyê, hunermend Hacî Zaxoyî û her weha du hunermend jî ji bakûrê welat ji Cizîrê beşdarî vê festîvalê dibin.
Li gorî agahiyên ku Nûkurdê wergirtine, 600 CD'yên Hesen Cizîrî ji bo festîvalê hatine amadekirin û dê li mêvanên festîvalê bêne diyarîkirin.
Rêveberê Hunerên Muzîkê li Duhokê Emîr Sedîq destnîşan kir ku wê festîval bi du bêrkan dest pê biket, yekem wê babê Mêhvanî li ser jiyana Hesen Cizîrî biaxive, duyem jî birêz Azad wê li ser jiyana hunerî ya Cizîrî biaxive.