Hunermenda opera ya kurd Mizgîn Tahir, li Amedê konserek da û bi stranên kurdî, alîgirên xwe kêfxweş kir.
Hunermenda kurd, Mizgîn Tahir, ku bi şêwazê opera stranan dibêje û mûzîkê çêdike, li navenda çandê ya Cigerxwîn a Amedê konserek da.
Di konserê de, gelek temaşevan amade bûn û bi stranên kurdî yên Mizgînê kêfxweş bûn. Strana kurdî ya “Lorîka Adîloş”, ji aliyê temaşevanan ve bi germî hat pêşwazîkirin.
Mizgînê, stranên kurdî yên klasî jî got û piştî konserê, rayedarên şaredariya Kayapinarê, gul dan wê û ew pîroz kirin.