Derhênerê fîlmê Çetin BASKIN (1983) ji Çewlikê ye, lê li Amedê mezin bûye û jiya ye û niha ji bo xwendina xwe ya bilind a beşa sînemayê li Stenbolê ye.
Fîlm, kurte fîlm e û 16 xulek e.
Di kurte fîlma wî de jiyana di navbera mirov û ajalan de bi agenhgdariyeke xwezayî bi dîmenên xweş hatiye wergirtin.
Ev çend roj in dîsa weke her sal Festîvala Fîlman a Navnetewî li bajarê Rotterdama Holendayê dest pê kiriye. A îsal ya 41ê ye.
Fîlmeke din ya li bajarê Ameda Kurdistanê hatîye wergirtin bi navê ''Future Lasts Forever ~ Siberoj heta bi hetayê ye (An jî; Dahatû bêdawî ye!)'' ye. Derhênerê fîlmê Özcan Alper e.
Xwendekara ku ji Stenbolê ji bo lêkolînên xwe yê derbarê dengbêjî/zêmarî de bike diçe Amedê. Lê li wir rastiya herêmê, ango bi rastiya kurd û Kurdistanê re rû bi rû dimîne, bi çîrokên rastîn û zilma li ser gelê kurd hatîye kirin baştir hîn dibe.