|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Çîroka Zelalê ji rastiya gelek keç û jinên kurd hatiye çinîn
Marîna Siyabend marinesiyabend@hotmail.com
Bi xewnên şevan qêrîna bavê, hewara dayîkê û îskîna wê dubare dibûn...
Çavên xwe ji xewê vekir: lerizînek sar dîsa pê girtibû. Dîsa kabûs. Dîsa bi xewnên şevan aramiya ruhê wê tevlihev dikir. Bîranînên ji zaroktiyê nedihiştin şevek bêtirs û bêgirî derbas bibe. Zelal di nav tariyê de li dora xwe dinêrî: bi xwe jî nizanibû çi digeriya. Dengeke xewîn ji nêz ve ket guhê wê: ‘‘Çi bû? Çima dîsa şiyarî?’’ Zelal xwe avêt ber bi wî dengî ve. Di nav hevjiyîna deh salan de Memo ne tenê bibû bavê du zarokên wê, her wisa hevalekî dilsoz û dilovan. Hembêza wî hêlîna rihetbûna wê bû. Çiqas ji wî hez dikir... her cara ku ji xwe re ev yek qebûl dikir, kîna wê li hember zilaman li ser wextekê ker dibû. Bêguman û bêşik: pir ji wî hez dikir. Memo ti pirs lê nekir. Bêdeng hembêz kir, porê wê şa bû: di wî halî de ji wê wek zarokekê hez dikir. Êdî şeveq bû. Ji dengê bansaetê zarokên şiyarbûyî bi keneke şêrîn û germ banz dan li ser nivînên wan. Zelal veciniqî. Di bin baskên hezkirinê de ketibû xeweke şêrîn. Bi lez rabû li ser xwe. Divê taştê amade bikira. Memo amadekariya xwe dikir û di bin çavan re lê dinêrî: ‘‘Dîsa şevek ji wan şevan. Rojên borî bi xewnên şevan dîsa vegeriyan. Dîsa...’’ Piştî çûyîna Memo û zarokan Zelal dest bi karê malê kir. Jiyana civakî ne ji bo wê bû. Karê xwe malê dikir heta ku zarok ji mektebê vedigeriyan, Memo ji kar dihat û jiyana wan bi awayekî her roj berdewam dibû. Yek ji rojên payîzê. Baran dibarî. Bi ewirên reş û tarî re dilê Zelalê jî giran bibû. Lê hêstirên wê ziwa bibûn. Di nav sî salên jiyana xwe de têra sêsed salî giriya bû. Êdî bes bû. Li ber pencerê di nav mitalan de li dûrayê dinêrî. Ji nişkêva xwîn di nav tamarên wê de sar bû. Dengê bavê bi vedana birûskê re ket guhê wê. Zelalê got: qey ji nav miriyên hezar salî vegeriyaye. Qey axa pîroz jî wî di nav xwe de ne hêwirandiye. Ax... ew dengê wî... qêrîn û zarezara dayîkê ji rojên zaroktiyê zindî dibûn. Bi du destan û bi hemû hêza xwe guhê xwe digirt, lê dîsa ji oda kêlekê qêrîniya bavê û zarîniya dayîkê kerr nedibûn. Çend caran xwestiye biçe û bi xwe wan dengan ker bike. Wê bikira, eger tirsa bavê û ‘‘Çi jî bibe: neyên oda me’’ teme ya dayîkê ji bîr biçûna. Wê bikira, eger ji navê Bavkujiyê xof nekira. Bav nexwendî ji gund hatibû bajêr ku bikaribe ebûrê malbata xwe bike. Têrkirina pênc zarokan ne hêsa bû. Her êvar ji kar dihat, ji ber kîna patronê xwe serxweş dibû û kela dilê xwe li ser jin û zarokan hênik dikir. Diya feqîr tenê nifir li wan dikir: ‘‘Topa Xwedê mala wan keve ku li ser axa me bûne ruhistînê miletê me. Sûcê mêrikê feqîr çi ye?’’. Ma gelo sûcê zarokan çi bû, ku her roja zaroktiya xwe di nava tirs û xofê de, bi kutan û lêdanê dijiyan. Ma gelo sûcê wan çi bû, ku nizanibûn hezkirin û germahiya malbatê çi ye û her şev xeyal dikirin ji cem bavê zulmkar birevin. Heyf ku dayîk qayîl nedibû... Hê ji salên zaroktiyê Zelal ji zilaman ditirsiya. Li mektebê jî bi hevalên kurîn re nedilîst. Ji bo wê mêr hemî bi rengekî bûn: rengê bavê wê. Her nêrîn û nêzîkbûna wan ji bo wê bitalûke bû. Ji hevalên xwe yên keç re sond dixwar: ‘‘Tucar nazewicim!’’. ‘‘Ma dema ku hez bikî?’’. ‘‘Hezkirin? (dikeniya) Ma çawa mirov dikare ji wan hez bike?’’ Mirov digot: qey bi rastî ji ber kîna bavê hezkirina dilê wê çik bûye. Gelek caran nedixwest ji mektebê vegere malê. Piştre diya xwe bibîr danî û bi rev xwe digihand malê. Zelal 7 salî bû. Rojekê bi şaşî şûşê araqê welgerand... ne dayîk, ne xwîşk, ne jî birayên wê nikaribûn wê ji ber lingên bavê derxînin. Li ser cihê wê dayîkê xwîna li ser çavên wê paqij dikir û digiriya. Zelal jî digiriya... ji şerma xwe: dema lêdanê xwe şil kiribû... ‘‘Wax... dayê. Te çawa ew tişt her roj tehemûl dikir? Te çima her roj bi destê wî bi xwe re me jî dikuşt? Te çima rê neda xeyalên me? Te çima zaroktiya me bi tirs û şermê pêça? Ma ew zêrandin û çerçirandin weke rexneyên xelkê jî nîn bûn? Rojekê yek nehat û destê wî negirt: ma mafê kê hebû ji te re tiştek bigota? Ax dayê... te xwe zindî kuşt, me jî bi xwe re...’’ Her rojek jiyanek e. Na, ji bo Zelalê her rojek mirinek bû. Sal derbas dibûn. Gelek caran li ser xwekuştinê difikirî: hem bi xwe wê xilas bibe, hem jî belkî dersê bide wî bêwijdanî. Bi van mitalan ji mektebê dihat malê. Li ser pirê sekinî. Di nav hêstiran de li jêr dinêrî. Ti hêvîyên wê tunebûn. Şazdeh salên wê bes bûn ku tehlbûna jiyanê nas bike. Hêrsa dinyayê li ser sîngê wê giran bibû û gewrîya wê dixeniqand. Dîmenên berê li ber çavan re bi lez derbas dibûn, li dora wê reş vedida, di guhên wê de qêrîniya bavê dubare dibû. Lingên wê sist bibûn, bedena wê giran bibû, hest û fikir cemidî bûn. Çavên xwe girt û pêşve çû... Ji dengeke aram bi lez vekir û pişt xwe ve zivirî. ‘‘Keça delal!’’: deng dubare bû. Xortek li pişt wê bi vepeşirîneke lerizî nimiz deng dida. Dixwest rihet bixuye, lê çavên bi tirs û destên dirêjkirî tiştek din nîşan didan. Hevalê wê mektebê bû: Memo. Zelal gav bi gav paşve çû. ‘‘Na, na, na. Zelal! Ez nayêm nêzîk. Were em biaxivin’’. Ji tirsa destên wî dilerizîn. Zelal di nav xulxula hêstiran de li dora xwe dinêrî, li Memo dinêrî. Li ser hişê xwe de hat û reviya. Memo jî xwest pey wê bireve. Gava xwe avêt û sekinî. Nizanibû çi bike. Ev bûyer dawiya dawiyê bû. Memo rewşa malbata wan baş dizanî. Sedema xemgînî û melûlbûna wê jî dizanî. Gunê wî gelek lê dihat. Çiqas car xwestiye bi wê re biaxive û piştgiriyê bide, lê Zelal her car ji ber axaftinê direviya. Awirên wê bes bûn ku Memo bêgotin bimîne. Gelek caran pey wê diçû, li ber mala wan xwe vedişart ku bizanibe Zelal çawa ye. Di salên zaroktiyê de hestên xwe li hember Zelalê wek berketin bi nav dikir, lê niha... niha ji wê hez dikir, ji xemgîniya wê hez dikir, ji êşa wê hez dikir, ji tenêtiya wê hez dikir. Ma çi bikira? Çawa lê biparasta dema ku wê destûr nedida. Piştî vê bûyerê Memo bibû sîya Zelalê. Salek, du sal, sê sal... û rojekê, keça ku di nav kîn û nefreta malbatî de mezin bibû xwe avêt hembêza hezkirinê û xilas bû. Ji hezkirinê nas kir, ji jiyanê hez kir, germahî û bextewariya malbatî jîya, lê... birînên berê ji bîr nekir. Mirina bavê jî êşa wê sivik nekir. Li dora cenazeyê wî hemî kerr bûn. Pênc zarokên wî zaroktiyên xwe yên kuştî, jiyanên xwe yên şikandî nikaribûn bibexşînin wî. Tenê yekê şîna wî dikir. Çermê wê qermîçokî, porê wê spî, pişta wê kûz bibû: di bin dar û qamçiyên mêrê zalim de sal zû lê derbas bibûn. Jiyana xwe ya nîvkuştî bexşand bavê pênc zarokên xwe. Bexşand wî, lê nikaribû bibexşîne xwe ku bi bêdengî û bêhêzbûna xwe jiyana zarokan bi tirs û girî xemilandiye û zaroktiya rengîn li wan reş û tarî kiriye. Zelal li pêşberî gora wî sekinî bû. Kerr digiriya. Cara yekem bû ku ji wî neditirsiya. Difikirî ku bi wî re hemû bîranînên nexweş, hestên bi tirs û kînê pêçayî jî wê binax bibin. Lê heyf... divê bi xewnên şevan rojên zaroktiyê, qêrîna bavê, hewara dayîkê û îskîna wê dubare bibûna û divê bi hezkirin û germa malbata xwe bi bîranînên xwe re şer bikira. Xemgîniya kujer ku bi dengê baranê re li ser Zelalê de dixulxulî, ji carekê re vekişiya. Memo bû: ji dema xwe zûtir, gulek dêst de. Zelal vepeşirî û ber bi wî ve çû. Bêguman û bêşik: pir ji wî hez dikir... Yükleniyor...
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|