Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di Kongreya Kurdên Sûriye ya li Derveyê Welat’ hate lidarxistin diyar kir ku divê Kurd li Sûriyeyê konseyeke neteweyî ava bikin û got; “Îsal li Hewlêrê kongreya partiyên Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê tê saz kirin.”
Li Hewlêrê ‘Kongreya Kurdên Sûriye ya li Derveyê Welat’ hate lidarxistin. Di kongreya ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Berhem Salih jî amade bûn.
Lê balkêş bû Koordînasyona Veguherînê a Hêzê Demokratîk a ku PYD û çar partiyên din ên Kurdan di nav de ye bi awayeke fermî nehate vexwendin.
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku pêwîst e Kurd xwe ji bo her guhertinekî li Sûriyê amade bikin û got: “Mercê piştgiriya Herêma Kurdistanê yê ji bo Kurdistaniyên li Sûriyê ji wê yekê pêk tê ku yekrêziya xwe biparêzin.”
Barzanî xwest ku Kurd li Sûriyeyê di bin “Banê Kurdîniyê” de bi rêxistin bikin û got; “Îsal li Hewlêrê kongreya partiyên Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê tê saz kirin”.