Partiya maf û azadiyan (HAKPAR), li hember gotinên serokê KCKê Murat Karayilan ên li bara siyasetmedarê kurd Kemal Burkay, nerazîbûn nîşan da û ev yek wek “lawazbûn û zimanê şerê sar” bi nav kir.
HAKPARê, di daxuyaniyeke nivîskî de, li hember gotinên serokê KCKê Murat Karayilan ên li dijî siyasetmedar û nivîskarê kurd Kemal Burkay, nerazîbûn nîşan da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Êrişkarî û bêtehemulî, encama lawazbûn û bêtunebûnê ye. Mirovên biferheng, bi hizr û projeyên xwe diaxifin. Lê rêvebirê PKKê Karayilan, bi gotinên xwe yê dawî, nîşan da ku lawaz û bêast e, lê ez lawazbûn û zimanê şerê sar, ne duh ne jî îro kêr nayê.”
Li gorî daxuyaniyê, PKK, hevdîtina digel dewletê jibilî xwe ji kesek din re rewa nebîne û wiha hat ziman, “PKK, her cure eleqet bi dewletê re rewa dibîne, lê bo yên ku li hember çavên herkesî nêrînên xwe tînin ziman, hêrs dibe. Gelo sedema vê çiye? Ma PKK dixwaze vê yekê tenê bixe destê xwe?”
Di daxuyaniyê de hat xwestin, divê her du alî, dev ji şêwazên ku aloziyê zêde dike, berdin û nehêlin navbera kurdan têk biçe.
Hêjayî gotinê ye ku Serokê KCKê Murat Karayilan, di hevpeyvînekê de bi ANFê re, di derbarê Kemal Burkay de, peyvên “bêexlaq, bêşeref” bikar anîbû û ew bi “sîxurtiyê” sûcdar kiribû.