Gava ez hin rastiyan bilêv bikim, nebêje tu pesnê xwe dide. Tu çi bifikirî û çi bêje jî tu azad î lê xepartina rastiyên jêneger jî peywîra min e. Lewma dixwazim bi çend hevokên kin, te bi te bidim naskirin.
Demên min çandinî dikir, hesp kedî dikirin, bajar û gund ava dikirin, gelê çîn bo xwe ji barbarî û bêxofîtiya te biparêze, bi lêkirina dîwarê bêhempa dilebikî.
Çaxê min zagon çêdikirin ku bo mirovahiyê bûne hîm, te yek zagon nas dikir: “lêxe, bikuje û talan bike”.
Gava min mirovahî ji berê xwe xwedî dikir devê te di guhanê Asenayê de bû û te ji wan guhana firşik girtiye.
Min Heredot li sarayên xwe kire mêvan û ew ji min fêrî gelek tiştan bû lê qewm û qebîleyên cîranên te, ji ber zilm û zordariya te cih û warên xwe terk kirin û di nav tariyê dîrokê de winda bûn.
Min das û qeynax kirin xizmeta mirovahiyê û tekerê pêşî li ser sînga min zîvirî. Lê te aşek ava kir ku bi xwîna mirovan bigere.
Min bi xwêhdana eniya xwe deboriya xwe kir lê te nanê cîranê xwe berda zikê xwe.
Dîrok nebûye şahid ku min li kesekî bêbextî kiriye lê te bi bêbextiya xwe pelên dîrokê herimandin. Te tu caran dîrok nenivîsî lê dîrok gelek caran bû şahida barbarî û hovîtiya te.
Demek hat, te berê xwe da xaka min. Min tu nas nedikirî û min deriyê xwe heta dawiyê ji te re vekirin. Bi te re bûma alîkar û deriyê Anatoliyê jî ji te re vekirin.
Te şamaniya xwe terikand û zirxê îslamê li xwe kir. Bi vê yekê ez û gelekê din wekî min te xapandin.Te tu xizmet ji îslamê re nekir, berevajî te ew kir xizmeta berjewendiyên xwe.
Bav û kalên min di ber te de di Yemenê re derketin, hestiyên wan hîn jî li Çanakaleyê ne.
Peyva hilberînê di ferhenga te de tune ye û afirandin jî ji te dûr e. Te tenê ked dizî û fetihkirin bû hilberîna te.
Çi cara tu ketî tengasiyê min destê dirêjî te kir û alîkarî bi te kir. Û çi gava te rûyê firehiyê dît te bavê xwe nas nekir. Başî û çêyiya min bi te re kirî bû agir û bi min ket.
Tu bûyî Tertela Dêrsim û bi ser min de barî. Geliyê Zîlan, Newala Qesaba û Agirî diyariyê te î bixwîn in di dîroka min de. Û îro jî xaka min bûyi ye zeviya mirinê û ji her anîşkeke vê xakê hestiyên zarokên min, ku bi destên te hatine kuştin, dipijiqin.
Lê te zagonek bingehîn a xwezayê ji bîr kiriye: „Axîna bizina kol ji a bi quloç re namîne“.
Û îro dora min e, êdî çerxa dîrokê ez ê bizîvîrinim û ez nahêlim dîrok reş biherike.