Huner mijar, mebest û asta bêsînor e. Ne mal û milkê ti kes, çi rêketin, partî, siyaset û çi grubê ye. Wek Romeo û Julien, wek Hamlet, wek Ferhad û Şirîn, wek Mem û Zîn wek Kirîvê, Xezalê, Helebçe û çend û çend.
Di sîstem û saziyên demokratîk de huner û hunermend , nivîs û nivîskar, rewşenî û rewşenbîr, rojname û rojnemevan, raman û ramandar gelek azad, serbixwe û rêçenasin. Ji ber afirenderî, lekolîn û çandewariyê grup, gel û netewe ta milletên Cîhanê xwe hevcedarî wan dibînin. Ji bo vê yekê ye ku ji dil wan diparêzin.
Lê mixabin ji ber wan raman û tamarên şûndemayî, çavsorî, teqlît û teqlîtkariya zihniyeta sazî, sazmedî û dîktatorên Rojhilata navîn, mixabin hinek hêzen Kurd û saziyên girêdayî wan hîn çavsoriya xwe li ser hunermend, pispor û rewşenbirên Kurd dikin. Kî li gor wan nemeşe û pesnê wan nede halê wan yeman e.
Ez bang li gelê Kurd dikim ku li gor guhertinên Cîhanê di her warê de çawa têne guhertin, peşvebiçin û giring e ku rewş li Kurdistanê jî bê guhertin. Ji ber vê yekê pêwîst e ku gelê Kurd êdi vî havil û zîhniyeta ha nepejirîne û bê deng nemîne, daku gelê Kurd bi wasita huner û rewşenî li kesên xwe xwedî derkeve û di nav gelê Kurd de hezkirinek çê bibe ku êdi şêweyên demokratîk, mirovantî, rêbazî, rêçawazî û berhevî di nav me de pêk bê.
Bila hêz û rêketinê Kurd baş bizanibin ku heke ta kuderê herin ew ê mecburî li gor şert û mercên Cîhanê û mirovantiyê bêtin guhertin. Divê gele Kurd û hêzên Kurdan ji mentalîta Stalinist, Baasî û Kemalî dûrbikevin. Ma gelo ev çi elamet e, dê Kurd herdem kevneşopiya xelkê bimeşînin. Vê gavê ereban bi buhara xwe dest pêkirine, lê yên me bi zihniyeta dij demokratîk, yekrengî, çavsorî, paşverû û têkçuyî hîn dimeşînin. Tawanbarîya rewşenbîr û hunermendên Kurd bi nizmitî û xayîntî çawa bi hêsanî tên gotin? Ger em rejîm û sazumanên dijî demokrasî, dijî wekhevî, dijî civata rengînî şermezar dikin, divê em neşibin wan!
Nizamettin Ariç (Feqiyê Teyran) hevalekî me ye û hunermendekî kedkar e. Ji ber xebat û xizmeta hunera Kurdî zêtirî nîvê jiyana xwe ji welatê xwe dûr li der derbas kir. Ger dixwaze li gel hevalên xwe yên hunermend grupa, ya komele ya studyo yan her çi awayê xebatê hewce be, mafê wi ye, yê kesên di ne û li gor derfet û bireweriya xwe giring e hemû hêz û partiyên Kurdan piştevaniya xizmetek weha bihêle û binirxîne.
Ma gelo, hawar û haho ev çi rezalet e bi serê gelê Kurd de hatiye. Ma gelê Kurd bo serok û partiyan hatiye rûyê dinyayê? Ma peşketinên mirovantiyê wek tolerans, rengînî, rêzgirtina bo ramanên cuda ta kîngê ê bikeve nav civaka me? Gelo çawa yekitîya gelê me berpê dibe?
Netirse birayê min netirse Nizamettin! Mafê te jî heye û yên kesên din heye ji bo xizmetê. Mafê kesekî nîne ku te û hunermendên Kurd bitirsîne, bi ixanet û hayîntiyê tawanbar bike.