Serê siba dişemê, bi binçavkirinên nû yên bi navê KCKê re derhênera belgefîlma “Hêwîtî/Kumalık” û nivîskara pirtûkên “Kürt Sineması: Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm” , “Yeşim Ustaoğlu: Su, Ölüm ve Yolculuk” Mizgîn Müjde Arslan; ku hîna jî li Zanîngeha Bahçeşehîrê li ser sînemayê doktorayê dike, li Stenbolê berê sibê saet li dor pêncan ew ji malê birine, binçav kirine.
Derhêner li gundekî berriya Mêrdînê çêbûye û mezin bûye, li vî welatî giraniya jinbûn û Kurdbûnê hilgirtiye ser milê xwe, bi diran û neynûkên xwe, xwe ava kiriye û dilsozeke sinemayê ye. Ji teref derdorên xwedî ûjdan, tê qebûlkirin û nivîsandin ku; ev binçavkirinên ku her diçe dişibe nêçîra pîrebokan, atmosfera heyî a ku sor e bêhtir sor dike, xizmeta aştiyê nake.
Em kesên ku li jêr navên wan nivîsandî ne, van girtinên ku her diçe civakê bêhizûr û sor dike şermezar dikin û di dema herî kin de dixwazin ku nivîskar û derhêner Mizgîn Müjde Arslan û hemû kesên ku hatine binçavkirin bên berdan.