Birek ciwanên Kurdistanê ên li Qosera Mêrdînê di 1'ê Adarê de bîranîna serokê nemir Mele Mistefa Berzanî lidardixin.
Ciwanên kurd ji Nûkurdê re ragihandin ku ew dixwazin netewa kurd xwedî li bîranîna nemir Mele Mistefa Berzanî derkeve û pê bihese, "Dewlemendiyên me rûmetên me ne. Divê em li rûmetên xwe xwedî derkevin û wan tu carî ji bîr nekin. Serokê Nemir Mele Mistefa Berzanî jî yek ji rûmet û dewlemendiya netewa kurd e..."