|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Koma Berxwedan: Ji Raya giştî re!NÛKURD - Koma Berxwedan daxwuyaniyeke balkêş belav kir...
Nûkurd daxwuyaniya Koma Berxwedan "bêyî şîrove" li jêr diweşîne:
Koma Berxwedan: Ji Raya giştî re! Gelê me yê qehreman û hêja. 30 sale meşa we ya azadiyê tê dayîn û ev yeka gav bi gav û roj bi roj, nêzî encam serkeftnê dibe. Li aliyê din jî, dijmin li hember destkevtiyên gelê me û mevziyên destkeftî, dîn û har dibe,lewma bi pîvanên ji derveyî mirovatiyê, weke gurê har êrîşî gelê me û îradeya wî dikin. Eşkereye ku gelê Kurd mîna her demê û di vê pêvajoya şoreşê de jî, li hemberê zilma dagirkeriyê li berxwe dide û bi qehremanî ditekoşe!. Ev berxwedana bê hempa ya gelê me, berxwedana ku mirîyan giyanber û zindî dike, di heman demê de, giyan û heyecanê dide me û hemu hunermendên welatperwer û dilsozên gelê xwe!, her weha, ji mere dibe çavkaniya îlham jê standinê. Em vê berxwedana bi şan û şeref ya ku gelê me bi rê ve dibe û berz dike ji dil û can silav dikin. Gelê me yê Qehreman Mîna hunermendên hemu civak û netewan, Hunermendên ku bi tekoşîn û berxwedana gelê xwe re giredayî, dibin hemu mercên zor û zextan de, di dîrokê de, ewan bi hunera xwe û kesayeta xwe ya gelêrî û fedekarî, ji gelê xwe re, hem dibine moral hem jî, rola ronahîkirina civaknasiyê dileyîzin. Eşkereye ku ya hunermend dike hunermend jî ev sekin û helwesta bi rêz e!. Dijmin ji bo tasfiyekirin,dejenerekirin û îmhakirina tevgêra azadiyê, ji her demê bêhtir, di vê pevajoyê de, serî li hemu rê û rêbazên têk birina tekoşîna azadiyê dide. Bi firokên şer û çekên kîmawî hemu deverên welatê me bombebaran dike, di kolanan de, kal û pîr, jin û zarokan, bi giştî, mirovên sîvîl infaz dike, Kurdên xwidî ramana azad û dilsoz, bi hezaran digrin û davêjin zîndanan... Li aliyekî bexwedana gelê me ya pîroz, bi bedelên giranbuha berdewam e, li aliyê din jî, hin derdorên ku ji rastiya civak û netewa xwe dûr ketine, merev dikare ji wan re bêje: mîna neslê kew!, daku di çavên efendiyên xwe de bên hezkirin, bê şerm û fedî, xwe bazar dikin. Hin kes ji van raste rast, hin kes ji wan jî, ji kêm vînitiya lawaz ji politikeya dujminre dibin amur û maşe, ji bo berjewendiyên xwe ên takekesî, ziman dirêjiyê li vîn û tevgêra azadiya gel dikin. Ji van derdorên ku di kar û hewildanên xwe de, têkçûyî û îflas kirî bûne, nirxên gelê me ên bi xwîna hezaran Şehîda hatine afirandin, dikarin mîna birokratekî bergalên dagirker, êrîşa van nirxan bikin! Yek ji van kesan jî, Nîzametin Aric e. Nizametin Aric di gotebejek xwe de wiha dibeje ( .... pkk nahele dengbejî û strana gelerî pêşkeve, şêwaza pkk li bakurê Kurdistanê, mîna şêwaza faşîzma hitler e, pêkaniye, .bi têgîniyên real sosyalizmê stranên gelêrî xerakirin. hunermendên alîgirên wanin, slogancîne,erebeskin. û hwd....”) Belê ev kes, nirx û destkevtiyên ku di encama tekoşîna 30 salî de, hatine afirandin ji nedîtî ve dibine. Eşkereye, ev destkevtin û tekoşîna bi ked, berxwedan û serihildanan heta îroj hatiye, bi hezaran can bedel hatine dayîn! Di eniya çand û hunerê de, ên ji bo çar metelîkan, xwe û nirxên vê civakê pêşkêşî bazara “ xwe firotnê” dikin, gelê me van derdor û van kesên nandoz, opurtunîst û qurnaz, baş dinase! Pratika TRT 6 li meydane ye.Gava 35 ewladên gelê kurd, bi awayik hovane, li Qilîban hatin kuştin, gelê meli çar beşên Kurdistanê di nava şînêda bû, hîna, li qeraxan, cendikên termên zarokên xwe berhevdikirin, dewleta tirk, bi wan kesên têkçûyî û nandoz, di kanalên TV ên xwe de, bernameyên şahiya lidardixistin... Ên ji xewa dîlî û mirinê şiyarbûn, her weha, îroj ber bi serkeftina nêzîk ve dimeşin, Gelê me yê qehreman! Îroj, gelê me, ji her demê bêhtir, yekîtî û tevgêrbûna xwe pêwîst dibîne û diparêze! bi keda pîroz, fedekarî û mutewazî, gelek dezgeh û saziyên xwe avakirin e! Her hunermendê ji bo gelê xwe rêzdar û xizmetkar, bi hesanî û serbestî dikare xwe û afirandiyên xwe di kanalên TV û saziyên gel de, xwe îfade bike û kar û xizmeta xwe pêşkêşî gelê xwe bike!, bi saya tekoşîna 30 salî, van dezgeh û saziyên di eniya çand û hunerê de, bi sedan hunermend û bi hezaran berhemên wan diyarî civakê hatine kirin.... bê cudahî û bê meyîl, her kesê bi navê çand û hunera gelê me û gelên din jî, sûd ji van derfetên sazî û dezgehan wergirtin e!, . Le xuyadike,li gel van hemu derfetên hatine dayîn, hin kes û derdorên xwe nenas, yên ku dinavberê da mane û xwe dixine şuna kesên resen û pispor, rastiyan berevajî dikin, ji xwe re sedaman çêdikin û wî/wê kesayeta xwe ya têkçûyî dinuxmînin. Ewan kesan, bi van kirinan bi fêlbazî mesafeyekê di navbera xwe û tekoşînê de, datînin, her weha, bi rêya gotebêj û daxuyaniyan, wê mesafeyê ji raya giştîre jî diyar dikin, Ev jî tête wateya ku çireya kesk ji politikayên dijmin re vêdixin. Li aliyê din jî, navberê çewt û beravaja diyardikin, rastiyan şelo dikin û xwe difroşin bazarê!. Ew ê ku bi sala ye, pozbilindiyê li gelê me dike, bi nefsa bilind li gelê xwe dimêzîne, nirxên civakê ji xwe re mîna xenîmeta bêxudan bikar tîn e, bi sala ye xwe ji gel û civakê dûr û bihesabên nediyar rawestandî, ew ê ku di her fursetê de, Ji her derfetê sûd digre, berjewendiya xwe ya takakesî, weku rexneyek siyasî lanse dik e, ew Nizametin Aric bi xwe ye!. Dîse, ewên ku ta dawiye ji derfet û nirxên ku tekoşîna azadiya gelê kurd afirandin e, istifade kirin, bûn xwediye nav û pîşeyê û ji bo xwe bikaranîn, eger xwediye wê kesayetê ba ne, ji qada xwe pişta xwe nedidan civaka xwe, ji bo berjewendiyên xwe ên şexsî, nankurtî û nandoziya vê tekoşînê nedikirin, eger piçek wijdan û hestek bi navê huner û mirovatiyê, hîn jî hebe, ji ber rêza keda vî gelê qehreman, herî kêm, pêwîste mirov nebe maşe ên destên van polîtîkên kirêt! Nizametin Aric dibêje “ ... saziyên kurd hunermendan bê şexsiyet dike, kesayeta hunermend tune dike... ji bo vê yekê jî, alternetîfa min ew e ku me yekîtiyek hunermenda avakirî, ev yekîtî cara yekemîne, di nava hunermendên kurd de, tête damezirandin, her wiha, Beser Şahin, Delil Dilenar, Xêro Abas, Ganî Nar û Zele Mele di yekitiya me de cîh standine...” eşkere dike!. Dîse yên bi ked û nirxên vê tekoşîna gel a pîroz, bi ked û nirxên civakê, ji xwe re nav çêkirin, bi zîrekiya xwe ya kurnaz û fenperest, wek,Yekbûn, Seid Yusuf, Fatê, Reşo û hwd. bê şert û merc xwe firotine kanalên dagirkeran, yên wek TRT 6 û dunya TV. Gelê me yê hêja, me xwest bala gelê xwe bikşînin ser rol û kesayeta van kesan, be çawa bi nirxên gelê me û yên ku tekoşîna azadiyê afirandine dilizin! Her weha, bê çawa dadixin bazaran, ji bo berjewendiyên xwe pêşkêş dikin, mîna ku ev jî têrê nake, di heman demê de, ziman dirêjiyê li nirx ê tevgêra azadiyê dikin. Em di vê tokoşînê de, wek kedkarên çandê, li ser xwe wek erk dibînin ku sekna van kesan, rewşa wan ya çewt û sekna wan ya li hember pêvajo yê, rexne û teşhîr bikin û ji gelê xwe re ragihînin!. Em vekiri dibêjin, beranberî vê zihniyeta faşîst û dagirker, ya dewleta akp, ku qet mafê jiyanê ji nefes kişandina kurdewariyê re jî, bile napejirîne û nasnake!. Bi navê huner û hunermendîtiya kurd, kî bête lîska wan, ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj, Bikevin nava dek û dolaban, em wan weku, revok, nandoz, sextekar û tucarê hunerê, dibînin û dinirxînin! Her wiha, dîse dibêjin û hişiyar dikin, ziman dirêjiyê li nirxên gelê me nekin. Em di vê zanebunêda ne ku di roja teng de, bi şunde gav avêtin, ixanete!, dibêjin. ji her demê xurtir, emê bi hunera xwe, ya berxwedêr, di nava refê tekoşîna azadiyê, ya bi heybet de, bimeşin, careke din berxwedana gelê xwe silav dikin. Koma Berxwedan Yükleniyor...
Yorumlar yüklenirken lütfen bekleyiniz...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|