Cîgirê serdozgerê komarê yê Stenbolê Fîkret Seçen, vê şeveqê piştî ku bi dozgerên lêpirsînê Bîlal Bayraktar û Adem Ozcan re hevdîtin pêk anî li ser nîqaşên ku di çarçoveya lêpirsîna KCK'ê de ji bo îfade bidin gazîkirina Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan û çend endamên MÎT'ê destpê kirine daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Seçen diyar kir ku hin erkdarên dewletê derveyî berpirsyariyên xwe tev geriya ne û got; "Ji ber delîlên ku gumana piştgirî dane çalakiyên rêxistinê hatin bidest xistin ev lêpirsîn destpê kir. Ev lêpirsîn tenê lêpirsîna li hemberî erka wan e."
Seçen diyar kir ku ji ber di dema lêpirsînê û ji bo îfadedayînê gazîkirina hin erkdarn di çapemeniya nivîskî û dîtbarî de bi awayeke berovajî hatiye teyîsandin, lewma raya giştî bi awayeke rast nehatiye agahdarkirin wî pêdivî bi daxuyaniyeke bi vî rengî dîtiye û wiha got; "Aliyê têkoşîna bi terorê ya hiqûqî ji aliyê saziyên me yên din û cîgirê serdozger ve jî tê meşandin. Lewma cîgiriya serdozgeriya komarê erda xwe di çarçoveya zagonan de pêk tîne. Di çarçoveya delîlên hatine bidest xistin lêpirsîn tê meşandin. Ev lêpirsîn li ser zemîneke zagonî tê meşandin.