HAK-PARê diyar kir ku hikûmeta AK Partiyê di şûna ku pirsgirêka kurd çareser bike û dewletê demokratîk bike, dest bi operasyonên desteserkirin, girtinê kiriye. Partiyê, bal kişand ku hikûmet polîtîkaya ewlekariyê ji xwe re hilbijartiye û ev yek pêvajoyê dixe zorê.
Desteya Serokatiyê ya Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), civîna xwe li Stenbolê pêk anî. Desteyê encamên civînê bi daxuyaniyeke nivîskî ji AKnewsê re şand. Di daxuyaniyê de tê bibîrxistin ku hikûmeta AK Partiyê bi soza demokrasiyê hatiye desthilatdariyê û wiha tê gotin:
“Di şûna ku AK Partî dewletê demokratîk bike, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gavên hêsankirinê bavêje; operasyonên desteserkirin, girtinê dimeşîne. Operasyonên ku dibin sedema mirina gelek însanan bi rê ve dibe. Em weku partî bi metirsî li vê rewşê dinêrin û dibînin ku hikûmet polîtîkaya ewlekariyê tercîh kiriye. Hikûmeta ku xebatên destûra bingehîn ya nû giran giran bi rê ve dibe, bi polîtîkayên xwe yên tundrê pêvajoyê dixe zorê.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkoşîn û birêxistina li ser bingehnê tundiyê zirarê dide têkoşîna mafdar û rewa ya gelê kurd û ev yek ji bo polîtîkayên neçareseriyê yên dewletê re dibe hincet.
Hate bibîrxistin ku tê gotin tevgera kurd ji aliyê MÎTê ve hatiye provoqekirin û divê ev dek û dolabên qirêj bên aşkerakirin. Desteya Serokatiyê banga derxistina pêş a xebatên destûra bingehîn li partiyên kurdan kir û xwest kurdên li Sûriyê jî li ser bingehê neteweyî siyasetê bikin.