Komeleya nivîskarên kurd ya li Amedê di daxwuyaniya xwe ya ji bo Nûkurdê de xwest ku lêpirsîna ku di derheqê pirtûka endam û rêvebirê komeleyê Îrfan Welat de vebûye bê sekinandin.
Komele dibêje, "Li welatên pêşketî û demokratîk şerm e ku di derheqê pirtûkekê de ji ber fikrên mirovekî/ê doz bê vekirin. Ger welatek jî bixwaze were asta heman dewletan divê vê eyba mezin a mirovahiyê ji ser xwe bavêje. Ev qirna sedsala bîstemîn ne qirna ku ji ber fikrên mirovan ku di derheqê wan de lêpirsîn bê destpêkirin. Ev metod daxwaza welatên destpotîk ku tahamûla wan li hember tu fikrên cuda tune bû û di dema îroj de hemû mehkûm bûne. Ji ber vê serdestî û zordariya wan jî ne ji aliyê hemwelatiyên xwe ne jî ji hêla dewletên pêşketî ve hatine hezkirin û qebûlkirin...."
Komeleya nivîskarên kurd balê dikişîne ser ku li Tirkiyê jî bi salan di derheqê gelek nivîskaran de lêpirsîn hatine vekirin û wiha berdewam dike, "Hin ji wan bi dehan salan di girtîgehan de razan. Heta aniha kesekî ji ber van nêzîkdayinê dewletê gavek bi paş de neavêt. Eger wicdanê civakê û sekna rewşenbîriyê jî em bînin ber çavan ne mumkun e ku bi paş de gav jî bavêjin. Li gelek welatên cîhanê di gelek zemanên cUda de gelek pirtûk hatin qedexekirin û şewitandin. Îroj tenê tiştên di bîra me de ma ye navê wan berheman û naverokên wan in. Nayê bîra tu kesî/kesê ku biryara van yekan de ye. Û serdestên wan dewletan jî di wicdanê tevahî mirovahiyê de mehkûm bûye.
Li Tirkiyê di gelek tiştan de gavên tên avêtin mixabin hêviyên mirovan dikujin.Ji aliyekî girtinên li dijî Kurdan berdewam e,li aliyê din keseke wekî Hrant Dink kûjerên wî tên tehliyekirin û ji aliyê din jî di derheqê pirtûkan de doz tên vekirin. Divê ev pêvajo bê guhertin.Heta hetayê wê ev yek dom neke, lê daxwaza me ev e ku bêyî ku mirov zêde bedel bidin her tişt bi riyên diyalog û aştiyane bên çareserkirin. Li ser van hemûyan em dibêjin lêpirsîna ku di derheqê pirtûka endam û rêvebirê komeleya me İrfan Welat de vebûye bê sekinandin.
Komele di berdewamiyê de pê de diçe ku doza bi mebesta 'propagandaya rêxistinê' hatiye kirin bê bingeh e, "Wekî gelek kesan endamê me jî demeke dirêj di girtigeha Amedê li hember zulm û îşkenceyê desthilatdarên wê demê hatiye û van yekan di pirtûka xwe de wekî bîranîn nivîsandiye. Karê dozger yek jê divê ev be ku kesên wê demê di girtîgeha Amedê de kesên işkenceyên wehşîyane pêk anîne bên dîtin û li hember dadgehê jî û li hembêr mirovahîyê jî bê mahkûmkirin..."
Daxwuyanî wiha diqede, "Mixabin ev pêkutî tenê li nivîskarekî tenê nayê kirin. Demên dawiyê de li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn 35 pirtûk bi sedema hatine qedexekirin desteser kirin. Dîsa 5 pirtûkên ku ji Weşanxaneya Aramê derketine hatin qedexekirin. Ev kirinan nîşan didin ku di her qadên jiyanê de zordestî derdikeve pêş. Wek komele em her gavê li dijî vê mantika antîdemokratîk derdikevin û bi her awayî em ê xwedîtiyê li endam û berhemên wan bikin..."