Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku tecrîda li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan tê meşandin ber bi windakirinê ve diçe û ji ber vê yekê ew di 28'ê çileyê heta 5'ê sibatê dernakevin hevdîtin.
Di daxuyaniya di ANFê de hate weşandin de hate diyarkirin ku li Îmraliyê îşkence tê kirin û gav bi gav Ocalan ber bi tunekirinê ve dibin û wiha hate gotin: "Dewleta Tirk li dijî gelê me û têkoşîna me ya azadiyê topyekun dest bi êrîşan kir. Operasyonên siyasî û leşkerî bê navber berdewam dikin. Leşker, polîs, dad, çapemenî û hemû partiyên siyasî yên AKP'ê û dewletê li dijî têkoşîn me li hev hatin. Hêzên dewletê û AKP'ê li dijî gelê me polîtîkayên qirkirinê xistine dewrê."
Di daxuyaniyê de bal kişand ser girtinan û wiha hate destnîşankirin: "Ji bo girtinên nû hevalên me sirgûnî girtîgehên Deryaya Reş û Anatoluya navîn dikin. Polîtîkayên dil girtinê di meşînin. Malbatên me yên ji bo hevdîtinê diçin di bin çavdêriya leşker û polîsan de rastî êrîşên faşîstan tên."
BO SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ BANGEWAZÎ
Girtiyên PKK û PAJK'ê bang li saziyên navneteweyî jî kir û wiha hate gotin: "Em ji jiyana Rêbertîya xwe bi guman in. Em tu agahiyên Rêbertîya me dijî an na nagirin. Ji jiyan Rêbertîya me NY, konseya Ewropa, CPT, DMME, YE û saziyên din berpirsiyar e. Em 8 hezar girtiyên PKK û PAJK'ê bang li sazî û dezgehan dikin ku berpirsiyariya xwe bînin cih dikin."
EM DERNAKEVIN HEVDÎTINÊ
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 28'ê çileyê heta 5'ê sibatê ew dernakevin hevdîtinê û wiha hate destnîşankirin: "Em girtiyên PKK û PAJK'ê êrîşên faşîst ên dewleta tirk ên li dijî Rêbertîya me, şehîd, gel û saziyên me bi tund şermezar dikin. Em dixwazin hemû kes bizanin ku em li dijî van êrîşan bêdeng nabin. Em ji bo van êrîşan şermezar bikin di navbera 28'ê çile û 5'ê sibatê de dernakevin hevdîtinê vekirî û girtî".
Di daxuyaniya girtiyan de daxwazên girtiyan wiha hatin rêzkirin: "Bila tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bikin. Bila mafên tevgera azad, tendurîstî û ewlehiyê bên cih. Bikaranîna çeken kîmeyvî demildest bên rawestandin. Terora binçavkirin û girtinê ya li dijî gelê me bên rawestandin."
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di serî de malbatên me, hemû gelê me û raya giştî di vê mijarê de bihestiya bin. Em bang li hemû derdorên demokrat dikin ku ji bo van daxwazan piştgiriyê bidin me."